Dê jinên Hîndû bi awayekî fermî bikaribin bibin reysî malbatê

09:29

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Bilind a Paytexta Delhî ya Nû ya Hîndîstanê biryara ku êdî jin jî bibin reyîsê malbatê da.

Li paytexta Delhî ya Nû ya Hîndîstanê biryar hat dayîn ku êdî jin jî dikarin bibin reyîsê malbatê. Li gorî agahiya Tîmesonfîndia yê malbatek ku li Hîndîstanê xwediyê kargehê bûye, di nava malbatê de keça ku ji çar birayên xwe mezin e, piştî ku mafê reyêsbûnê dane wê doz der bare wê de hatiye vekirin. Dadgeha Bilind li gorî Qanûna Veraset a Hîndû ku di sala 2005'an de hatiye derxistin, birayar ku jin mafdare da û got jin jî dikare bibe reyîsê malbatê. Piştî vê biryarê pêşiya ku li Hîndîstanê gelek jin bikaribin bibin reyîs vebû.

Li gorî kevneşopiya Hindûyan, di nava malbatê de jina ku bibe "karta" xwediyê pozîsyona herî bilind e. Ew kes hemû karên milk, bawerî û hwd bi rêv dibe.

(go)