6 hezar zarokên penaber ên winda li kurin?

09:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên Wezîrê Karê Hûndir yê Almanyayê, salê borî ji bo 6 hezar zarokên penaber ên winda, danazana windahiyan dabû Almanyayê. Ewropa bê parastin bi hezaran zarokên ku seyahetê dikin bi îhtîmalê ku hatine revandin, lêkolîn daye despêkirin.

Li gorî nûçeyê Theguardianê, li Ewropayê ji ber sîstema qeydê de tevlîhevî çêbûye, têkîldarê hêjmarê giştî yê penaberan nayê zanîn. Gelek zarokên ku winda bûne di lîsteya qedê de navê wan derbas nabe. Gelek zarokên ku winda bûne tê texmîn kirin ku ji aliyê qaçaxên mirovan hatine revandin û derbarê vê de lêkolîn hatîı despêkirin Li gorî agahiyên Wezîrê Karê Hûndir yê Almanyayê, salê borî ji bo 6 hezar zarokên penaber ên winda, danazana windahiyan hatibû amede kirin. Zarokên winda piraniyê wan penaberên Sûriyê ne. Her wiha zarokên Afganîstan, Fas û Cezayîr jî di nav de hene.

'95 hezar zarok dexwaza parastinê kirin'

Têkîldarê penaberan û Ewropayê berdevkê UNICEF'ê yê cîhanê Sarah Crowe got, "Çima qeyda van zarokan ne hatine kirin û wek winda dertên holê. Divê tevahî dewlet xwedî li mirovên ku li welatên wan dijîn derên." Sarah her wiha diyar kir ku 95 hezar zarok salên borî li welatê Almanya û Îsveçê dexwazê parastinê kiribûn.

'Mijarê herî tirsnak nezanîna meye'

Alîkarê Midûrê Giştî yê UNICEF'ê a Îngîltreyê jî wiha got, "Bi hezaran zarok ne ketine hesabê em vê yekê dibînin. Mijarê herî tirsnak em nizanin ka çi bi wan zarokan hatiye. Bi agahiyên kêm rewşên cûda bi xwe re tîne holê. Bi hezaran penaber li ber çavê me derbasî welatê Îngîltreyê bûn. Eger ji aliyê qaçaxê mirovan ve zarok hatibin revadin ev pirsgirêkê meye."
Wezîrê Karê Hûndir yê Almanyayê Johannes Dimroth diyar kir ku ev rewş wan bi guman dike û wiha got, "Zelalkirina hêjmara windahiyan ji ber kêmasiyên navendî gelek zehmetî bi xwe re tîıne holê."

(rc)