Li Ekvatorê erdheja bi mezinahiya 7,8 pêkhat
10:38
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li aliyê bakurê rojavayê Ekvatorê erdheja bi meznahiya 7,8 derket.
Li welatên Başurê Emerîqa peravên bakurê rojavayê Ekvatorê erdheja bi meznahiya 7,8 derket. Li bajarê Gûayaqûîl ê li peravê pirek, li bajarê Manta jî kûleya balafirgehê hilweşiyan e. Erdhej li cihekî 170 kîlometre dûrî paytext Qûîto rû da û gelemperiya welat pê hesiya. Ji ber erdhejê xisar li gelek malan bû. Navenda Hişyariya Tsûnamî ya Pasîfîk, têkildarî hin peravên Ekvadorê hişyariya tsînamî da. Erdheja ku 40 saniyeyan dewam kir, 19 kîlometre li binê erdê pêk hat, herî kêm 28 kesan jiyana xwe jidetdane. Tê gotin, li paytext Qûîto elektrîk qut bûye û telefon naxebitin.
(zt)