Li Başûrê Afrîqayê xwendekar hember tecavûzê rabûn ser piyan
09:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên Zanîngeha Rhodes yê li Başûrê Afrîqayê, lîsteyê navê kesên tecavûz pêk anîne li kampûsê darvekirin û tecevûzkaran teşîr kirin. Li ser vê yekê li zanîngehê çalakî despêkirin û di encamê mûdexeleyê polîsan de gelek xwendekar hatin binçav kirin.
Li gorî nûçeyê BBC'yê, xwendekarên Zanîngeha Rhodes yê li Başûrê Afrîqayê 4 rojin li hember êrîşê tecavûzkaran di çalakiyê de ne. Xwendekarên ku li hember êrîşên tecevûzê daketine kolanan û dest bi çalakiyê kirine rastî mudexeleyê polîsan ên bi çekê hişbirinê hatin. Çalakî di roja Yekşema borî de bi parvekirina lîsteyê navê tecavûzkaran re despêkir. Komek xwendekar bertek nîşanî êrîşên tecavûzkaran dan û lîsteyê navê di hesabên civakî de parvekirin. Di zanîngehê de ji ber bûyer û çalakiyê xwendekaran navber hat dayîn û têkîldarê mijarê lêkolîn hat despêkirin.
'Me agahdar kir lê hîna pêk anîn despênekiriye'
Li gorî zagonên Başûrê Afrîqayê, kesên tecavûz pêk anîne heya ku sûcê pêk anîne neyê piştrast kirin, navê wan parvekirin qedexeye. Hinek xwendekarên zanîngehê diyar kirin ku, ligel ew rastî tecavûzê hatine û serî lêdan kirine, heya niha tu pêk anîn li hember kesên tecavûzê pêk anîne ne hatî kirin. Li aliyê din Alîkarê Rektora Zanîngehê Sizwe Mabîzela diyar kir ku di qeydên zanîngehê de giliyek wiha nîne û bang li ciwanan kir ku tu parvekirin neyê kirin.
Başûrê Afrîqa yek ji welatên ku herî zêde êrîş û tecavûz lê pêk tê ye. Tenê salê borî 43 hezar û 195 bûyerên tecavûzê hatibûn rapor kirin. Rayadarên welêt îddîa dikin ku hêjmar ne di vî astî de ye lê belê aktivîst jî destnîşan kirin ku bûyerên pêk hatî zêdetirin.
(rc)