Li Brukselê çalakiya 'ne ji bo şer ji bo aştiyê budçeyê veqetîne'
11:55
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Paytexta Belçîka Brukselê, razemeniyên hikûmetê yên ji bo şer hatin şermezarkirin. Bi hezaran kesî, budçeya razemeniya ji mîlyaran euroyî ya ji bo balafirên şer şermezar kirin. Girseya gel dirûşma "Dem dema şoreşê ye, ne ya şer e" qîriya û bi şiyara "NATO bicehime, em balafirên te yên şer naxwazin" meşiya.
Dijberên şer, rêxistinên çep, sendîka, PTB û keskî beşdarî vê çalakiya roja Yekşemê bûn. Di çalakiyê de buçeya 15 mîlyar euroyî, ku par meha Kanûnê ji aliyê hikûmeta Mîchel ve ji bo razemeniya parastinê hat amadekirin, hat şermezarkirin. Çalakgeran dan zanîn, ku ev buçeya ji bo pevguhertina 34 balafirên şer ên F16 bi yên nû re hatiye veqetandin, budçeya ji bo destwerdana li welatên derve ye û destnîşan kirin, ku divê hikûmet ne ji bo şer, ji bo aştiyê budçeyê veqetîne. Di çalakiyê de polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û wiha hat gotin, "Şer û tevlîheviya heyî ya li Rojhilata Navîn, bi destwerdana leşkerî ya ji derve ve çareser nabe. Ev rêyeke rizgariyê nîne. Divê derhal dest ji destwerdana leşkerî bê berdan û ji bo aştiyê hewldan bê kirin. Eger em bi balafirên şer neketibûna Afganîstanê, niha ev bûyer nediqewimîn û ev şer nedigihaşt vê astê. Ev encamên şer bi serê me de nedihat."
Baskên meşê berê xwe dan buroyên wezaretên parastnê yên Fransa, Amerîka û Swêdê ku ev welat ji aliyê hilberîna balafirên şer ve di nava pêşbirkê ne û bi hilgirtina pankart û dowîzan ev welat şermezar kirin.
Rêxistina Ciwanan (COMAC) a Partiya Karker a Belçîkayê (PTB) jî bi dirûşma "Marks ê Super, ji me şer naxwaze e, şoreşê dixwaze" cihê xwe di nava çalakiyê de girt.
(zt)