Jinan 'cejna zarokan' protesto kirin

12:56

JINHA

DUSSELDORF - Li bajarê Elmanya Dusseldorfê 'cejna zarokan' hat şermezarkirin.

Jinên Kurd, Tirk, Rûm, Ereb, Elewî û sosyalîst ên li Dusseldorf û derdora wê dimînin, li pêşiya Konsolosxaneya Tirk çalakiyek pêk anîn û 'cejna zarokan' şermezar kirin. Çalakî ji aliyê platforma jinên rûken ve hat organîzekirin û bi qasî saetekê dewam kir. Jinan di vê çalakiyê de bal kişandin ser qetilkirina zarokan li Kurdistanê û îstîsmarkirina zarokan li weqfa Ensar û gotin "Em dengê zarokên nikarîbûn cejnê pîroz bikin e. Me ew ji bîr nekirine." Jinan bang li wezîra malbatê kir ku îstifa bike. Jinan zarokên li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Enqereyê hatin qetilkirin jî ji bîr nekirin û dirûşmên, "Zarok bêdeng dibe, lê tu bêdeng nebe", "Bila weqfa Ensar bê girtin", "Dawî li cînayetên zarokan ên li Kurdistanê bînin" qîriyan. Çalakî piştî daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

(rc)