Rojnamegera herî ciwan a Filîstinê: Janna Jîhad
11:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamegera 10 salî Janna Jîhad ya ku li Filîstinê dijî, êşên şer yê ku li welatê wê tê jîn ji tevahî cîhanê re radighîne. Janna a ku 24 hezar şopînerê wê heyî wiha dibêje, "Li gundê me bûyer hebûn, lê hêjmarê rojnamegerên ku van bûyeran bikin nûçe kêmbûn. Ji ber vê ji bo rastiyê ji cîhanê re bidim raghandin min dest bi nivîsa nûçeyan kir."
Janna Jîhad li ser axê Filîstina ku di bin dagirkeriya Îsraîlê deye rojnamegerek 10 saliye. Li gorî nûçeyê ViceNews'ê, Janna li gundê Nabî Saleh yê girêdayî Şeriayê Rojava dijî û nêzî salek û nîv rojnamegeriyê dike. Janna ya ku dihizire rastî nayê raghandin, di serî de bi telefona xwe yê berîkan dîmen digre dûvre kamera peyda dike û dest bi rojnamegeriyê dike. Rojnamegera ciwan ya ku serhildana li hember Îsraîlê dişopîne wiha got, "Li gundê me bûyer hebûn, lê hêjmarê rojnamegerên ku van bûyeran bikin nûçe kêmbûn. Ji ber vê ji bo rastiyê ji cîhanê re bidim raghandin min dest bi nivîsa nûçeyan kir."
24 hezar şopînerê Janna heye
Janna a ku di medyayê civakî de nûçeyan radighîne hêjmarê şopînerê wê gihêştiye 24 hezar. Janna a ku çalakî û pevçûnên ligel dagirkeriya Îsraîlê yek bi yek radighîne, diyar kir ku ew di serî de qedê bûyerê digre, nûçe dinvîse û dûvre di medyayê civakî de parvedike. Li gorî nûçegihana ciwan yê Fîlîstînê Jannayê parvekirina bûyeran, riyê ku piştgirî bistîne û mafê azad bi destxistinê ye. Janna destnîşan kir ku, Filîstîna ku di bin dagirkeriyê de maye, tu mafê jiyanê lê nemaye û wiha got, "Ji ber qontrolên zêde ên ser rê gelek car em dereng dighêjin dibistanê. Em dixwazin bê xof li nava kolanên xwe bigerin."
'Dihizirin ku ez lîstik dilîzîm'
Janna qala bertekên malbat û hewirdora xwe kir û wiha pêde çû, "Êdî difikirin ku ez mezinbûme ji ber vê piştgirî didin min. Lê ez gotinên 'Ev keç çidike li van erdan?' ji mirovan dibihîsim. Bi taybet jî leşkerên Îsraîlê vê yekê dibêjin. Mirov nafikirin ku ez tiştek cidî dikim. Ji wane qey ez dilîzim. Lê ez di ferqa karê xwede me."
Pevçûn û çalakî li Nabî Salehê gava ku despêkirine Jana di sê saliyê xwe debû û ji ber ku malê wan ser riyê gunde bûye navendê pevçûnan her dem. Dayîka Janna Newal diyar kir ku keça wê di nava êş û tirs de mezinbûye û got sedema hizrê wê ji hewirdora şer a ku navde jiyan kiriye digre.
(rc)