Înşakirina Nepalê bi pêşengiya jinan pêk tê

11:11

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku piştî erdheja Nepalê zend û bendê xwe badan, li herêmên ku erdhej lê pêk hatî dest bi înşakirina jiyanê kirin. Jinên ku di qampande dimînin, dê çewan xwe biparêzin vedibêjin û li aliyê din jî perwerdeya, ajokarî, dirûnkerî, cilên rêsî çêkirin û hunera destan ji aliyê mamosteyek pispor ve ji wan re tê dayîn.

Salê borî di heyva Nîsanê de li Nepalê erdheja bi şîdeta 7.8 pêk hat û di encamê de gelek gund hilweşîn. Piştî sê heftê li cihek cuda yê Nepalê bi şîdeta 7.3 erdhejek din pêk hat. Li gorî nivîsa ku Globalfundforwomen.org'ê hatî weşandin, jina Nepalê Lîly Thapa wiha qala gava erdhej pêk hatî dike, "Piştî vê bûyerê bi tirsnak 8 hezar û 600 mirov zêdetir jiyana xwe ji dest da û gelek jî wenda bûn. Ji mîlyonek zêdetir mirov bê cih û war man û dewlemendiyê welat jî pêre wenda bû. Di bûyerên wiha de herî zêde jin êşê dikêşe. Ligel vê yekê jin û zarok rastî tundiya fîzîk, îstîsmra zayendî û pirsgirêkên tendûristiyê tên."

Piştgiriyek mezin ji cîhanê ji bo jinan hat dayîn

Piştî erdhejê bi çend heftiyan diyar bû ku 8 mîlyon ango çariyek ji nifûsê welêt ji erdhejê bandor bûye. Li ser vê yekê komên jinan ên herêmî dest bi hemleyê avakirina jiyanê kirin û hewldan valatiyên ji ber erdhejê hatî avakirin bi kedê xwe dagrin. Piştî erdhejê Koma Jinên Navnetewî ya Fonê Kûrewî ji bo berhevkirina 700 hezar dolar ji bo komê jinên herêmî hatin ba hev.

Ji bo zarok û jinan rasterast piştgirî hat temîn kirin

Yekane Fona Tewa a jinan li Nepalê, bi hevkariya koma jinan Nagarîk Aawazê re li herêmên ku ji erdhejê bandor bûne xebatên piştgiriyê pêk tînin. Midûra Giştî a Tewanê Sadhana Shrestha wiha got, "Wek Tewa û Nagarîk Aawaz em tevî 25 rêxistinan xebatê pêk tînin. Di nava 70'î rojan de me xwe gihand 15 herêmên ku ji erdhejê bandor bûne û me xwe gihand 112 civakan. Li aliyê din me xwe gihand 23'ê hezar mal û 7 hezar jinên ducanî. Ji bo jinên ducanî, zarok û extiyaran me rasterast piştgirî da."

Hişyariya ku jin di nava qampêde bi baldar bin hat dayîn

Jinên ku ji komên herêmî pêk tên piştî erdhejê dest bi hewldanên çareseriyê kirin. Ji bo pêdiviyên civakê gotûbêjên berfireh dan meşandin. Sadhana têkîldarê mijarê got, "Piştî erdhejê, gava ku me pêdivî û pere li gel belav dikir, di heman demê de me qala bandora erdhejê li ser jin û zarokan dikir û hişyariya ku jin di nava qampê de bi baldar bin tevbigere dikir."

Di gelek mijaran de perwerde ji bo jinan tê dayîn

Koma Jinên Navnetewî ya Fonê Kûrewî, ji bo jinan û malbatên wan ên ku xaniyê wan hilweşiyaye, malên sitarê û konbajar avakir. Fonê Kûrewî a Şêwirmendiya Jinan li Nepalê ji salên 1991'an ve li ser mafê jinan lêkolîn û xebatê pêk tîne. Avakara Navenda Rehabîlîtasyona Jin Renu Rabjhandarî got, "Jinan teşwîqa perwerdeyên pîşeyî kirin, ji gelek aliyan ve encamên bi hêz ji bo civakê dertîne holê. Em ligel mamosteyên pispor perwerdeyên ajokarî, dirûnkerî, cilên rêsî çêkirin û hunera destan pêşxistin hînê jinan dikin."

(rc)