Rûyê şer yê rast serpêhatiya Mary ye...
09:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Sûdanê ji ber şerê ku di sala 2013'an de pêk hatî gelek zarok û jin rastî êrîşê zayendî û tecavûzê leşkeran hatin. Jina bi navê Marya hevjîn û zarokên wê ji aliyê leşkeran ve tê qetilkirin û keça wê a 10 salî rastî tecavûzê leşkeran tê. Marya ku hewildide canê xwe rizgar bike, li kampê rastî tecavûzê. Mary a ku di encamê tecavûzê de zarokek wê çêdibe, rûyê şer a rastî radixîne ber çavê mirovahiyê.
Di 5'ê Kanûna 2013'an de di encamê nekokiyên di navbera Serokê kabîleyê Dînka Kalva Siir û Alîkarê Serokê Kabîleyê Nuerê Reik Machar de li Başûrê Sûdanê şerek pir dijwar qewimî. Şer li dora etnîkên cuda teşe girt û di encamê de başûrê Sûdan bi erdê ve bû yek. Têkîldarê şerê ku qewimiye de Netewên Yekbûyî diyar kiribû ku, 500 hezar mirov jiyana xwe ji dest daye, 4 milyon mirov di nava birçîbûnê de têkoşîna jiyanê dane û 2.2 milyon mirov jî rastî îşkenceyên giran hatine. Her wiha bi hezaran mirov koçî bakûrê welat bûn û li wir di kampa li Bentiuyê hatî avakirin de hatin bi cih kirin.
Hevjîn û zarokên wê qetilkirin û keça wê tecavûz kirin
Mary û malbata wê ên ku ji Kabîleyê Nuerê ne, ji bo nebin qurbanê Kalva Siirê, hewildidin berê xwe bidin kampa ku ji aliyê Netewên Yekbûyî ve li Bentiuyê hatî avakirin bibin. Di vê navberê de leşkerên Siirê kurên Mery bi hinceta "Ew tehdîdên raperîna Neurê li kampê dibînin, ev zarok dê mezin bibin û bibin şervanên şerker hember wan" tev qetildikin. Mary diyar kir ku leşkeran ji wan re gotine "Em jin û keçan qetil nakin tenê tecavûz dikin" û wiha domkir, "Ma qey ferqê mirin û tecavûzê ji hev çiye. Heman tiştin." Marya ku hevjîn û kurên wê hatî qetilkirin wiha dibêje, "Keça min a 10 salî li Nyalaatê ji aliyê sê kesan ve hat tecavûz kirin. Tecavûzkirina keçê min bi zorê bi min dan temaşekirin. Êdî ji ber xwînê min keça xwe yê biçûk nedidît. Piştî saetek borî keça min jiyana xwe ji dest da. Wê gavê yek ji leşkeran ji min re got 'em dixwazin tu jî bimirî."
'Tevahî jinên li kampê tecavûz kirin'
Mary piştî hovitiya ku tê serê wê bi şêwayek xwe dighîne kampa NY'ê û bi van peyvan bûyerê ku jiyan kirî vedibêje, "Pevçûn berdewam kirin û leşkeran bi şêwayek ketin kampê. Li ser dîwaran xwe avêtin kampê û rastî kîjan jinên li Kampê hatin wan tecavûz kirin. Me tev tecavûz kirin, ji zarokên keç heya dayîk tev...Tiştek ne xema wanbû. Rêgezên wan gelek seranserbû, jinên ku li hember tecavûza wan bêdeng diman, tiştek li wan nedikirin. Lê jinên ku ber xwe didan li wan didan û çek li hember wan bi kar tanîn."
'Her ku çavê min li zarok dikeve bûyerên kampê ber çavê min zindî dibe'
Mary a ku piştî salek ji kampê vediqete û di Nîsana salê borî de biryar dide biçe paytexta Jubayê wiha berdewam dike, "Gava ku ji kampê veqetiyabûm di encamê tecavûzê de ducanî bibûm. Gelek jin di encamê tecavûzê de ducanî bibûn û dixwastin zarok ji ber xwe bibin. Lê peydakirina dermanan gelek zehmetbû li kampê. Gava zarokê min jî hate dinê min dixwast bavêjim çopê. Her ku min lê dinêrî bûyerê kampê ber çavê min zindî dibû. Bi piştgiryê hevalek min yê alîkariyê keçek min çêbû. Pitikê min niha 8 heyviye, her ku lê dinêrim bi travmayên ku min li kampê jiyan kirî re têdikoşim."
Mary niha li Ugandayê ji aliyê saziyek Emerîkî yê Hirstiyanê Make Way Partners ve tevî zarokê xwe tê parastin û jiyanê xwe didomîne.
(rc)