Orkestrayê Keçên Afganî ligel gefan jî dertên gerê

09:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN -

Enstîtûsa Mûzîkên Netewî yê Afganîstanê di sala 2010'an de ji aliyê ciwanan ve hat avakirin. Li gorî nûçeyê Reuters'ê enstîtu hewldide li Afganê xwe bighîne mirovan û potansiyela wan yê veşartî derîne û bike xwedî pîşe. Lê belê gava zarokên keç dest bi dîtina perwerdê dikin hem ji aliyê civakê ve hem jî ji aliyê malbatê ve rastî tehdîdan tê. Yek ji ciwanên mûzîkjen Negîn Khpalwek'e. Negîn diyar kir ku rayadarên Talîbanê ne tenê li dijberî xebatê wê ye û wiha got, "Dervî bavê min, malbat tev li dijberî ku ez bi mûzîkê re mijûl bibime ye. Ji min re dibejin 'Keçek çewan dikare bi mûzîkê re mijûl bibe?'. Bi taybet li qebîleyê ku ez lê dijîm, mafê mêran jî yê hînbûn û mijûlbûn bi mûzîkê re tune ye."

Malbata Negîn gefên ger ku derê televîzyonê ew ê rastî şîdetê bê lê xwarin. Lê ligel her gefî jinên mûzîkjen amedekariya derketina ser dîkê dikin.

(rc)