Zarokên Keç ên ji Vîetnamê tên revandin difîroşin mêrên Çînê

09:16

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Çînê ji bo hêjmara jin û mêr bibin wek hev zarokên keç ên ji Vîetnamê ji aliyê qeçexçiyên mirovan ve tên revandin, bi 3 hezar dolar difiroşin mêrên Çînê.

Zarokên keç ên Vîetnamê ku ji aliyê qaçaxçiyan ve tên revandin bi 3 hezar dolar difiroşin mêrên Çînê û Çîn bivê polîtîkayê hêjmara jin û mêr dike wek hev. Jinên bi navê Lan û Nguyen ku berî çend salan ji aliyê qeçaxçiyên mirovan ve ji Vîetnamê hatin revandin û di temenê biçûk de firotin mêrên Çînê, qala jiyana xwe kirin. Lan a ku dema amadekariya zaningehê dikir ji aliyê qaçaxçiyan hate revandin û piştî demek dirêj we ji koletiyê rizgar dike wiha got: "Hevalan tiryakê dan min. Lewra ez ji hîşê xwe çûm. Dema ez hatim hişê xwe ez li Çinê bûm. Di wesaîta ku ez tê debûm gelek zarokên keç jî hebûn. Me dixwest em birevin lê gelek parazvan hebûn."

'Her çiqas ji bo nezewîcim min li ber xwe da…'

Nguyen jî dema ku hate revandin hêj 16 salî bû û revandina wê jî wek Lan bû. Nguyen diyar kir ku 3 meh dibin gefa mirinê de jiyaye û wiha got: "Min gelek lêdan û îşkence xwar. Birçî hatim hêştin. Ji bo nezewîcim min gelek li ber xwe da lê herî dawî neçar hatim hêştin û zewîcîm. Her çiqas zilamê ku ez pê re hatim zewîcandin ji min re baş bû jî min gelek bêriya malbata xwe dikir. Ez naxwazim li welatekî biyanî bijîm."

Plana revê ya Lan û Nguyenê

Lan û Nguyen Hevaltiya van her du jinan li cihê ku heman bajarê dijin dest pê dike. Zewaca Lan a yekemîn ji ber malbata hevjînê wê ji mal derdikin bi dawî dibe. Zewaca duyem jî li bajarê ku Nguyen dijiya dest pê dike. Lan û Nguyen ji ber heman jiyanê dijin derden xwe bi hev re parvedikin û dibin hemrêzên hev. Piştre biryar didin ku her du zarokên xwe li pey xwe bihêlin û ji bajarê lê diminin birevin û biçin Vîetnamê. Lan dema di reve ji keça xwe lêborin dixwaze û keça wê bi heviya jiyanek baş jê dixwaze.

Bi gorî lêkolînên kiri de di sala ku em reviyan de 109 zarokên keç ji aliyê polîsên Vîetnam û Çînê ve ji qeçexçiyên mirovan ve hatine rizgarkirin.

(ho/rc)