Li Hîndîstanê li hember zewicandina zarokan biryara kon ne firotinê

13:57

JINHA

NAVEN NÛÇEYAN - Li Hîndîstanê 47 hezar yên ku konan difiroşin ji bo pêşiya zewicandina zarokan bigrin di merasima dawetadan de biryara kon nefirotinê dan.

Li bajarê herî mezin yê Hîndîstanê Rajasthan 47'ê yê ku konan di dawetan de di firoşin civîn pêk anîn û gotin ku wan di civînê de biryara li hember zewicandina zarokan kona na firoşin dane. Li ser navê 'Rajasthan tedarîkçiya konan' ya ku konên dawetan difiroşin gotin ku ew ê ji bo pêşiya zewicandina zarokan bigrin dê her daweta ku çûnê de li nasnameyan mêze bikin. Yên ku konê daweta difiroşin diyar kirin ku dê li hember zewicandina zarokan tedbir bistînin û wê dawetê ku zarokên piçûk bên zewcandin wê agahî bidin navenda polîsan a herî nêzîk.

Ji aliyê din ve jî di cîhanê de Hîndîstan ji zewicandina zarokan ve di rêza 6'emîn deye. Li gorî sala 2011'an zarokên temenê wan 10- 19 nêzî 17 hezar zarok hatine zewicandin, ji van ji sedî 76 zarokên keçin. Li gorî qanûnê Hîndîstanê zewicandin li ser 18 sala yê, tenê li eyalete Uttar Pradesh, Bihar û Rajasthan bi vî şeklî tên sepandin.

(dt/zt)