Xelata Çapemeniya Azad a Cîhanê Khadija ya Azerbaycanî girt

13:34

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnemeger a Lêkolîner a Azerbaycanê Khadija Ismayilova hêjayî Xelata Çapemêniya Azad a Cîhanê hat dîtin.

Xelata Çapemêniya Azad a Cîhanê ya 2016'an a UNESCO yê rojnemeger a lêkolîner Khadija Ismayilova Azerbaycanî girt. Komek endamên juriya serbixwe ye navnetewî Khadija Ismayilova ku di şer û mercên zehmet de rojnemetiyê dike peşniyarî xelata Çapeniya Azad kirin. Serokê Xelata Çapemeniya Azad a 2016 a UNESCO / Guillermo Cano ya Cîhanê layîqî rojnemeger Khadija Ismayilova dît û got ku wêrekiya wê û profesyoneliya we ew keyfxweş kiriye.

Khadija di Roja Xelata Çapemeniya Azad 3 yê Gulanê de li Finlandiya di merasima ku hatî amedekirin de xelat girt.

Guillermo Cano kiye?

Xelata Çapemeniya Azad a UNESCO/GUILLERMO Cano, yê ku di sala 1986'an di dema şopandina nûçeyan de hatî qatilkirin layîqî vîna rojnemegera Kolombiya Guillermo Cano tê dayin. Armanca xelat dayinê di cîhanê de nêrînên azad û saziyên ku piştgiriyê didin rûmetdar. Ji bo ewlehiya, hişyarbûna û desnedayina rojnemegeran zêdetir bibe.

(dt/zt)