Berxwedana YPJ li bajarên Fransayê
10:11
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di rojên dawî de li rawestgehên otobûs, tramwey, trên yê Fransa afîşên ku darve kirine balê mirovan dikêşe. Li ser afîşê "Berxwedana Azadiya Jinan" tê nivîsin û wêneyê jinek ku li Rojava şerdike cih digre.
Şervanên YPJ'ê ên ku li Rojava hember êrîşên hovane yê çeteyên DAIŞ'ê ber xwe didin, ji bo jinên cîhanê bûne hêviyê jiyana nû. Li bajarên mezin Parîs, Nancy, Montpellier, Grenoble ya Fransa li rawestgehên otobûs, tramwey û trên afîşên jinên YPJ'ê ên ku li ser nivîsa "Berxwedana Azadiya Jinan" hatin daliqandin.
Wêneyê ku cih di afîşê de digre di Cotmeha 2014'an de ji aliyê wênekêş Penn Koad ve li Rojava hatî kêşan. Li Ewropayê qanalê çandê Arte bi zimanê Fransî û Almanî wêne amede kiribû. Ji bo teşwîqkirina mirovan û weşanê qanalê mayînde bibe ev afîş hatine amede kirin.
(rc)