Sektora çandiniyê ji jinên Kamboçyayê tê pirsîn

09:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî hêjmara Banqeyê Cîhanê, ji sedê 75 jinên Komboçyayê di sektora çandiniyê de dixebite. Şêwirmendê Wezîrê Çandinî, Daristan û Masîvaniyê Mom Thany qala girîgiya cih girtina jinan di qadê hilberînê de kir û diyar kir ku divê jin ligel piştgiriya ku saziyên civaka sivîl û hikûmetê dide wan xwe bi hêzbikin û got divê xwe wêrektir bikin.

Hikûmeta Komboçya di dawiya sala 2015'an de, ji bo jinên ku di nava bajêr de dijîn bi pêşxistina sektora çandiniyê jinan teşwîqî xebatê kirin û polîtîkayê wekheviya zayendî pêşxist. Hikûmet û rêxistinên civakên sivîl ên ku bi aweyek koordîne tevî hikûmetê xebat rêvebirine Forma Piştgiriya Cotkariya Jinan a Navnetewî li dar xistin. Di Formê de bi tevlîbûna 100 cotkarên jin ji 24 bajaran cûda, li ser sektora cotkariya jinan gotûbêj hatin kirin.

'Divê jin wêrekiyê xwe pêş bixin'

Şêwirmendê Wezîrê Çandinî, Daristan û Masîvaniyê Mom Thany qala girîgiya cih girtina jinan di qadê hilberînê de kir û diyar kir ku divê jin ligel piştgiriya ku saziyên civaka sivîl û hikûmetê dide wan xwe bi hêzbikin û got divê xwe wêrektir bikin. Ty Ratana Koordînatora rêxistina civaka sivîl ya Jiyana bi Rûmet (Life With Dignity) diyar kir ku piştî jin tevlî sektora çandiniyê bûne, koçberî ji holê rabûye, deyînê malan kêm bûye û got hilberîn zêde bûye.

'Bêy jin pêş nakeve'

Ji cotkara herêma Battambangê Dem Sreylîm, destnîşan kir ku di sektora cotkariyê de ger jin nînbe sektor dê pêşnekeve û got ji ber hilberînê baş jin pêş dixin. Cotkara herêma Pereah Vîlhearê Leang Sangeamê jî wiha got, "Eger her kes bikeve nava karê cotkariyê, wê pêşiyê koçberiyê bê girtin. Ez naxwazim kes zarokê xwe li şûna xwe bihêle û biçin welatek din li kar bigerin. Bêy jin ev xebat pêş nakeve."

(rc)