Niha dema Kereng û Gulîkane
10:04
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Bi hatina buharê re bi hêjmartina faydeyên giyayên ku li Kurdîstanê şîn dibin dem naqede. Bi taybet jî Kereng û gulîk hem ji mirovan re dibe dermanê şîfayê û hem jî bi kedên mezin tê berhev kirin û li dezgehên sûkan erzan jî tê firotin.
Faydeyên giyayên ku li Kurdîstanê şîntên gelekin. Ji van giyayan yek jî Kerenge kû dirêj bûnê wê digehe 40-70 cm û tenê di heyvên buharê de şîntên. Kereng giyayeke ku bi faydeyên xwe ya zêde û ji bo mirov dibe dermanên şîfayê proteina wê ji goşt jî zêdetire. Bi taybet kerengên ku li bejahiyê ser axa nerim şîntê,bi buharê re li ser dezgehên sûkê ya Êlihê cihê xwe dagirtiye. Kîloya Kerengê jî bi 5 TL tê firotin. Kerengên ku li navçeya Sasonê tê berhev kirin,ji ber stirî ya wê gelekin bi awayek hesas tê berhev kirin.
Bi hêjmartina faydeyên wê naqede
Kereng piştî tên berhev kirin stiriyên wê tên paqiş kirin,di ava xwede piştî du saetan tê kelandin,di nava zeytê de ango tevî hêkan tê qelandin û tê xwarin. Di heman demê de bir savarê re wek tirşik jî tê çêkirin û turşuya wê jî tê çêdibe. Giyayê Kerengê xwav jî tê xwerin û ji tovên wê kahwe tê çêkirin. Giyayê kerengê bi faydeyên xwe ya şîfayê tê nasîn û ji wan faydan jî ,ji nexweşiya mîgrenê re, xwîn paqij kirin, tangbûna damaran re û her wiha goştê derdorê diranan re gelek baş tê.
Gulîkên herî bi tam li Norşînê şîntê
Giyayê din ya di buharê de şîn tê û gelek tê xwarin jî giyayê gulîkê ye. Giyayê gulîkê cûreyek ya pancarê ye û di mehê Nîsanê de şîn tê. Li ser dezgeha sûkê Êlihê bi 3TL'yan tê firotin. Gulîk di qantarê çiyayande piştî helîna berfê şîntê. Gulîk jî ku dirêjbûna wê di navbera 50-100 cm deye ji pelê wê xwarin tê çêkirin. Gulîk piştî di ava xwede tê kelandin dibe şîv. Gulîkê herî bi tam li navçeya Norşîna Betlîsê şîndibe. Gulîka herî bi tam ya ku ji Norşînê tê berhev kirin ji bo mirovan jî gelek bi faydeye. Gulîk bi qasî ku faydeya wê ji bo îltihabên jinan re heye ewqas jî ji bo nexweşiyên mehane û basurê jî heye. Di heman demê de ji bo por jî gelek başe.
(rc)