Gundiyên gundê Dereymer ê dixwazin gundê wan bê girtina bin ewlehiye
10:02
Newroz Dijwar/JINHA
HEWREMAN - Gundiyên gundê Dereymer yê Herêma Hewreman ya Başurê Kurdistanê dixwazin gundê wan bê xistina bin ewlehiyê. Gundiyan diyar kirin ku gundê wan xwediyê dîrokek du hezar saliye û ew naxwazin dîrok bê windakirin.
Gundê Dereymer yê Herêma Hewreman ya Başurê Kurdistanê xwediyê dîrokek 2 hezar saliye. Dereymer ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê di nava du çiyayan de cîh digire. Sazumaniya gund jî ji kevirê wan çiyayan yên dîrokî hatiye çêkirin, xwediyê dîrokek kevnareye weke yekem cihê nişetcîhbûnê yê herêmê tê nasîn. Dereymer ya ku bi şkeft û robarên xwe bi nav û denge heya sala 2003'an jî weke cihê niştecîhbûnê dihat karanîn. Ji ber cihê xwe yê sitratejîk û şikeftên xwe tê texmînkirin ku Êzidiyan xwe di van deran de parastine. Her wiha Dereymer ji bo gelê Başurê Kurdistanê jî weke cihê berxwedanê bûye. Gundiyê bi navê Îrfan Osman diyar kir ku di salên 1990'an de li hember zilma rejîma Saddam gelek welatiyên Silêmaniyê û navçeyên derdorê xwe li vî gundî veşartine. Îrfan da zanîn ku bermayên Êzidiyan yên berî 2 hezar salan tê zanîn ku li vêderê jiyan kirine hene û divê bên parastin û wiha got: "Vî gundî di heman demê de şahidîya berxwedana gelekê kiriye."
'Li gund şideta ser jinan nîne'
Ji ber gundê Dereymer ser sînorê Rojhilatê Kurdistanêye zêdetir debara gundiyan ser sewalvanî û debara sînore. Gundiyê bi navê Arif jî girêdayî şikeft û robarên Dereymer ê wiha axivî: "Herî zêde em debara xwe bi sewalvaniyê dikin. Lê jêra gund jî em çandiniyê dikin. Di nava jin û mêran de ti pirsgirêk nîne. Em hemû bi hev re di xebitin. Em pêdiviyên gund bi hêstiran tînin. Di dema çuna pêdiviyên gund girtinê û bi hêstiran anînê de jî jin tên. Nayê hişê min ku li vî gundî caran mêrekê li jinekê xistî. Firina ku gundiyan bi keda xwe avakirî heye. Berê tenê serşoyek ya gund hebû. Her kes bi dorê li wêderê serê xwe dişiştin. Nexweşxana me nebû. Dibistan jî hema li jora gund bû. Di sivistanan de gelek berf dibarî, di çuna dibistanê de zarokan zorî dikişand. Li gel hemû zoriyan jî jiyana me ya gund gelek bedewbû. Min gelek bêriya wan rojan kiriye."
'Em neçar man gund berdin'
Arif destnîşan kirin ku di sala 2003'an de dema ku gundiyên di şikeftan de dijîn xwesitn ji bo xwe xaniyan çêkin çavkaniyên ava gund ziwabûn. Arif anî ziman ku ti projeyên hikumetê ser gund nîne ji ber wê jî wan warê xwe yê lê hatî dinê neçar man berdan û wiha domand: "Di bîrên me yên avê de çavkaniyên avê ziwabûn. Rêyên me nîne. Hikumetê ji bo gundê me tiştek nekiriye. Me dixwest em li gundê xwe bimînin. Em hemû li vêderê hatine dinê û li vî gundî mezinbûn."
Arif derbirî ku di aliyê erdnîgarî de herêma wan asêye, lê şertên erdnîgariyê çiqas zor bana jî di aliyê nerênî de jiyana wan bandor dekirin, di derê wan şikeftên asê de wan derînce bi xwe çêkirine. Arif wiha qala çîrokên eşq û evîniyên li wan deveran hatîn jiyan kirin dike: "Dema ku li gundê me mêrek aşiqê jinekê bibana karê wan zor dibû. Li gel me nextgirtin nîne. Heskirin û eşq malê civakê bû. Ev dever gelek çiyayîye. Hebûna dernîcan ji bo hilketin û daketinê gelek giringe. Dema ku eşqek hatibana jiyan kirin malbata keçikê ji bo mêr digot: 'Ji filan cihî heya filan cihî derîncên rê çêke, emê keça xwe bidin te.' Bi qasî 3 kilometreyan çêkirina rê dida pêşiya wan. Gelek kesên bi vî awayî hatine zewicandin ez nasdikim. Ev kevneşopî heya dema me li gund jiyan dikir berdewam dikir. Lê niha tirştek wiha nemaye."
'Hêlîna şahînan Hewremane'
Hewreman li navbera Başur û Rojhilatê Kurdistanê de cihak gelek stratejîke, xwediyê çandek weke cewhera çanda kurdî bi awayek giştiye. Piraniya Hewreman ji mezhebê şafi ne, lê di nava wan de yên bi tarîqatê Enel-heq jî hene. Li herêmê zaravayê kurdî Hewremanî tê axaftin. Tê gotin ku hewremî hinek nêzî dumilya li hinek deverên Bakurê Kuridstanê tê xebitandine. Hewreman ya ku ji herêmên weke Helepçe û Pencawîn yên Başurê Kurdistanê heya hinek deverên weke Sîne û Kirmanşan yên Rojhilatê Kurdistanê mezin dibe sazumaniya avahiyên wan li herêmên çiyayî ji dur ve weke mal li ser malê çêkirine tê dîtin, weke cihek yê hêlîna şahînan di nava xwe de dihewîne. Biyaniyên tên herêmê jî Hewreman weke hêlîna şahînan bi nav dike. Hewreman bi çêkirina sol, cil û bergên xwe ji deverên dinê cudaye û xwediyê mîrasek yê çanda kurdan ya girşti ye."
(zt)