Pîran madenên kevir yên ku çiyayê Alaca yê xirakirine vegotin

12:07

Helin Yıldırım/JINHA

ANTALYA - Ayşe Erol ya ku 40 sale li çiyayê Alaca ya Fenîke yê dijî dora wê bi 11 madenên kevir hatiye dorpêç kirin. Emîne Dînç jî diyar kir ku, berê Alaca bi potoqal û narê xwe dewlemend bû û wiha got: "Biheşta me zivirandin cehnemê û dengê kes dernayê."

Çiyayê Alacayê ya ku di nava sînorên navçeya Fenîkaya Antalya yê de cih digre, ji ber madenên kevir hatiye dorpêç kirin. Welatiyên ku di nava xwezaya Alacaya biheşt de dijiya, niha jî her roj bi dengê dînamîtan û bi talan û êrîşa li ser xwezayê re, neçar mane jiyana xwe bidomînin. Gundiyên ku li wê herêmê dijîn bêrîkirina xwe ya demê burî bi lêvdikin û li hember bêdengiya mirovahiyê îsyan dikin. Ayşe Erola 80'î salî a ku 40 sale li Alacayê dijî axivî û raperîna xwe wiha anî ziman: "Berê li herêmê madenên bi vî awayî tune bu, lê niha tiştek ser hev ne hêştine. Dengê mirovahî li hember vê êrîşê tune. Li gundê me jî kesên ku bertek li hember van taxrîbatan deng derxe tune." Ayşe berê xwe da çiyayê Alacayê, bi hestiyar bû û wiha got: "Berê van deran weke beheştê bû. Dema mirov derdiket derve bêhnek paqij digirt nava xwe. Lê niha ji doz û gemarê em nikarin nefes bistînin."

'Fêkiyên me jî êdî kes nastîne'

Emîne Dînç ya ku bi salane li ser wê axê dijî, nizane ka wê hestê xwe çewan parbike. Emîne derbarê texrîbatên hatine kirinde axivî û got: "Madenên kevir gelek bi tehlîkeye. Li wir dînamîtan diteqînin li vir malê me dihejin. Li van daristanan ji tozê em nikarin bisekinin. Bertekê gundiyan tune ye. Pêşdîtina mirovan nemaye. Xwediyê van erdan yên kevin jî hene lê xwedî li erdê xwe dernayên. Ji ber toza ku çêdibe xwarin û vexwarina me hemû qirêj dibe. Fêkiyên ku şîndibin êdî nexweşî çêdike. Ji ber ku fêkî nexweşî çêdike li bazaran neyê firotin. Zarokên me di nava tozê de mezin dibin. Biheşta me kirin cehnim."

'Bila çareyek ji vê rewşê re were dîtin'

Abdullah Dînç a ku jiyana xwe li wir burandiye diyar kir ku, ew 4 sale têkoşînê li hember madenên kevir dide. Abdullah bal kişand ser namzetan û bi lêvkir ku ew gelek ji hilbijatinê bi hêviye û wiha got: "Heyeta lêkolînê hat vir û raporteyek amede kir, lê belê heya niha bersiv nedane me. Ji berpirsyariyên vir jî me tu alîkarî ne dît. Em ji namzet û wekîlên ku bikevin meclîsê daxwez dikin ku çareyek ji bo me bibînin. Nametên ku em wan hilbijêrin pêwîste bi erkê xwe rabin. Li Meclîsa Enqereyê de pêwîste bê ser ziman. Ji bo em pêşî li hember van texrîbatan bigrin, me serî li şaredariya navçeya Fenîkayê û li waliya Antaliya yê da me got, 'Pêşaroja zarok û neviyên me di tehlîkê dene lê bersiv tune. Ji ber toza madenên kevir birayek min bi nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da. Birayek min ya din jî li hember nexweşiya pençeşêrê têkoşîna jiyanê dide. Dara erzê li heremê nemane. Welatî darek li heremê bibire tastî cezayan tê, lê belê madenên kevir çiqas dar jêbikin û xweza texrîb bikin kes dengê xwe nake."

(rc)