Li bajarê Til Temir hemleya paqijiyê

11:06

JINHA

TIL TEMIR- Şaredariya Gel a bajarê Til Temir bi aramanca pêşxistina hişmendiya parastina ekolojiyê hemleya paqijiyê dan despêkirin.

Şaredariya Gel a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê, bi aramanca pêşxistina hişmendiya xwezayî a parastina ekolojiyê û derdor li bajêr hemleya paqijî da despêkirin. Bi tevlîbûna hemû endamên saziyên din û xebatkarên şaredariyê, qirêja ku ji ber şer û pevçûnê pêk hatiye bi hemleyek ji ber dadgeha bajêr hat despêkirin û heya ku hemû kolanên bajêr bi dawî bê dê ev xebat bidome.

Hemleya ku bi durişmeya "Dest bi dest emê bajarê Til Temirê paqij bikin û emê rengekî tendurist û şaristanî bidinê". Di derbarê vê hemlê de Hevseroka Şaredariyê bajarê Til Temirê Almaza Emîn wiha got: ''Ev xebat me di nava bajêr de da despêkirin. Ji ber rewşên şer û awerte bajar gelek qirêj bibû. Piştî ku rewş aram bû êdî gel dizivire malên xwe. Ji bo tenduristî mirovan û derdor pêwîstî bi xebatek wiha hebû. Ji bo jiyanek bi tendurist em her dem di xizmeta gelê xwe de ne."

Almaza wiha dewam kir: ''Me wek şaredarî bang li hemû saziyan bajêr kir ku beşdarî vê hemlê bibin û alîkariya me bikin û em hemû bi hev re bajarê xwe xweş bikin û rengekî şaristanî bidinê.''

Endama komîtiya ekolojiyê Evram jî got: ''Ji bo ku em bajarê xwe vegerînin xwezayê wê ya berê tevî hemû endam û şaredariyê me despêkir û ev hemle hayan ku bajar bi tevahî tê paqij kirin ewê bidome."

(sş/rc)