Daristanên Pinarbaşi di bin xetereya kanan kevir de ye

13:19

Ceren KarlidaG-Hêlîn Yildirim/ JINHA

ÎZMİR - Li bajaroka Pinarbaşi ya Bornovayê tê xwestin ku kana keviran lê çêkin, lê jinên ku li hemberî talana xwezayê têdikoşin dibêjin "Daristan yên men in."

Li bajorok a Bornova ya Îzmîrê ku nifûsa wê 50'î hezare li derdorê wê kanên kevira hatiyê dorpêçkirin. Ev yek jî di be sedema talana xwezayê û daristan ber bi tunebûnê ve biçe. Welatiyên herêmê û aktivîstên ekolojîst gihiştin hev û li hemberî vê talanê têdikoşin. Tişta herî balkêş jî piraniya tevlibûnan ji jinan pêk tê.

Ji Enqerê bir bi Pinarbaşiyê ve

Ji bo parastina daristanan aktivîsta bi navê Şule Bayrak ji Enqere yê hatiye Îzmîrê, amadekariyên xwe yê ji bo li vir biminê kiriye û hatina xwe wiha dinirxîne: "Li vir kanên kevir çêdikin ev yek jî talana xwezayê ye em jî ji bo parastina daristanan bi welatiyên li vir ve bi hevparî tevdigerin. Em ê nehêlin ku xwezaya me bê talankirin."

Xwezayê biparêzin

Ji Navenda Pêşveçûna Takekesiya Şîfa ya di Sê Beden xwendevana bi navê Zehra Çaglar jî ji bo kesên tevli vê çalakiyê bûne perwerdeya malbatî bide hatiye Îzmîrê. Çaglar bal kişand ku bi çalakiya "Daristan yênmene" de bi atolyeyên ku ew didin bi welatiyan re dixwazin ji bo daristan û xwezaye behtir bi baldartî tevbigerin. Zehra got ku di pêşerojê de ji bo nivşên ku bi baldar bên perwerdekirin divê ku em bi zanin çawa nêzîkî wan bibin û wiha axivî:"Ji bo gihandina nivşên ku xweza û daristanan bidin hezkirin divê pirs ji wan bê kirin û li bersiva wan bê gohdarkirin."

Endama Civak a Bisiklêt ya Jiyana Alternatîf Latîfe Ozcîvîttaş diyar kir ku li hemberî kanên tên çêkirin tevlî vê çalakiyê bûye. Latîfe bal kişand ser pergala kapîtalîzmê û ev tişt gotin: "Em bi van çalakiyan li hemberî pergala kapîtalîzmê têdikoşîn ji ber vê yekê jî divê em ligel karker, kedkar û gelan bin. Beriya vê çalakiya me jî bi NÇM'ê re bi zarokê Rojava re alikarî kiribû û me bi hev re seyranek pêk anî bû. Avakara vê civakê Gulsum Karapinar li ser kanên kevir axivî û got ku ew ji bo niqaş bikin hatine vir. Gulsum da zanîn ku welatiyên vê herêmê êdî naxwazin di nava toz û dûmana vê kanê de bijîn û wiha axivî: "Em ê li hemberî van talanên xwezayê bi hev re têbikoşin."

Welatiya bi navê Nîlay Ozbudak diyar kir ku ev 25 sal e li Pinarbaşiyê dijî di derbarê kanên kevir de wiha got: "Her ku diçe daristanên me talan dibin. Em ji bo pêşeroja zarokê xwe livirin." Welatiya bi navê Nur Aydogan jî nêrînên xwe wiha tîne ziman: "Em ji ber toz û dûmanê nikarin derkevin balkonên xwe, em nikarin pacê xwe vekin. Tendurîstiya me dibin xeteriyê deye."

(fk/rc)