Li Serhedê demsala mijmijan despêkiriye

10:12

Şehriban Aslan / JINHA

QERS - Mijmijên ku di demsala bûharê de xwe nîşan dide û heya demsala peyîzê weke beyîvan heşk dibin, di heman demê de depoya şifayê ye jî. Mijmijên ku weke dermanê gelek derdan tê zanîn ji bo nexweşiyên herî zêde xwe di sed sala 21'emîn de didin nîşandan stres û deruniyê jî başe û şanaziyê dide ser ruyê mirovan.

Mijmijên ku di demsala buharê de tên gihandin, bi heskirin tên xwarin û heya demsala payîzê tan digihin û vedigerin beyîvan di gelek xwarinan de cih digire. Hema di hemû baxçeyên navçeya Qagizmanê ya Qersê de mijmij tên dîtin, di nava gel de navên weke firîng û çeqele jî ji mijmijan re dibêjin. Mijmij di laş de metabolizmayê bi lez dixe, weke vîtamîna E tê vexwarin û ji bo lîfan jî bi têra xwe bisude. Dema ku mijmij digihijin ji aliyê jinan ve tê komkirin û rakirin, rakirina wê jî bi têra xwe zore.

Ji bo lîfan têra xwe başe

Sudên mijmijan yên weke antioksidan û vitamîna E hene. Ev fêkî xwediyê tayîbetiya anti-kanserojen ê ye. Mijmij ji bo lifan jî di rêjeyek bilind de başe, di gurçikan de jî baktariyên baş zêde dike, hestiyan bi tendurist dike û şekirê xwînê dirist dike. Potasyuma bilind û tansiyonê jî baş dike. Di hindirê wê de vîtamîna C û E heye, ji bo nexweşiya penceşêrê jî alîkariyek baş dike. Her wiha di nava vîtamînên mijmijan de sudên weke hevsengkirina sîstema laş jî heye.

'Vitamîna E di çerm û porê de jî nermbûn û zêdebûna run çêdike'

Mijmij ji bo nexweşiyên serdema me yên weke stres, derunî û bunalimê jî baş dibe, her wiha ji bo serêşa zêde başe, li gel van hemûyan jî ji bo kulikê jî başe. Hinek sudên mijmijan yên dinê jî weke nermkirina cil û porê ye û têde vîtamîna E heye. Mijmij dema ku bi şîr re tê xwarin mudê jî bi hêz dike, temenê mirovan pir diyar nake, mirovan ciwan dihele, ji bo tevgera xwînê başe, pêşiya demaran û hiş vedike.

Pispor diyar dikin ku divê di her malê de mijmij bên dîtin û her roj bên xwarin.

(zt)