Rêbazê Ekolojîk xwezayê diparêzê
12:37
Şehrîban Aslan / JINHA
QERS - Sotemeniya ekolojîk sergîn, ji bo ku xweza neye talankirin hewceye were bikaranîn. Sergîn piranî li gundan tê çêkirin û tê bi karanîn. Jina bi navê Fatma Taştan ku sergîna çêdike qala zehmitiya çêkirina sergîna dike wiha dibêje: "Ji ber ku perê me têra sotemeniyên dî nake ez her sal ji bo zivistanê sergînan çêdikim."
Ji ber ku sergîn ekonomîk û ekolojîke di cih sotemeniyê din ji aliyê welatiyên li gunda dijîn tê bi karanîn. Piranî sergîn ji aliyê jinan ve tê çêkirin. Sergîn ji bo di tenûr û sobeyan de xweş bê şewitandin hindek ka û giyayan tê tevlikirin. Piştre bi li ser erdekî rast bi du cureyan wekî tepik û kerme tê çêkirin. Dema li ber tavê tên zewakirin jî ji bo zivistanê tê veşartin. Sergîn kaloriya wê ya şewatê geleke. Jinên Qersî her sal di piştî demsala biharê dest bi çêkirina sergîna dikin. Sergîn him ji bo xwe germ kirinê ye him jî ji bo xwarina xwe pê çêkin bi kartînin.
'Karê ku ez dikim gelek zehmete'
Li navçeya Dîgor a Qersê jina ku bi navê Fatma Taştan got ku ew bi salane sergîna çêdike û wiha axivî: "Ez her sal di dawiya demsala biharê de dest bi çêkirina sergînan dikim û heta serê zivistanê jî çêkirina wan didomînim. Di destê sibê de dest bi karê xwe dikim heta roj here ava jî dixebitim. Karê ku ez dikim gelek zehmete lê ez çi bikim çareyeke min wekî din nîne. Ji ber ku sotemeniyên din buhane pere yê me têrê nake. Sergîn gelek karê me dibîne. Bi salane ji ber ku ez sergîna çê dikim bêhna wan min pir bandor nake lê dîsa jî nexweşe."
(fk/rc)