Elewiyên Semsûrê bi bendê Koçalî re di bin tehdîda bişaftinê de ne

09:07

Zehra Dogan /JINHA

SEMSÛR -Parêzerê Platforma ji Benda Koçalî re Na Bûlent Çinar anî ziman ku bi banda Koçalî re gundên Elewiyên Semsûrê di bin tehdîda pişaftina çandî de ye û got: "Wê parkirina çandî ya di nava gel de rakin û gel bi bişaftinê re rû bi rû bihêlin. Eger derfet heye ku herêm ji Benda Atatûrkê sûd werbigre, çima di Koçalî de tê israr kirin?."

Gundên Semsûrê Şêxbor, Şahînqa, Qirikan, Varli, Buvukan û Kurêmille di bin tehdîda çêkirina Benda Koçali yê de ne. Têkoşîna ku li hember çêkirina Benda Koçalî berdewam dike. Wek tê zanîn berê gundiya bi çalakiyên rê girtinê protesto pêkanîbûn, niha jî Benda Koçalî ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn 5 makîneyên ku di çêkirina bendê de dihate bikar anîn şewitandine hat rojevê.

'Me du doz li hember bandê vekir'

Parêzerê Platforma ji Benda Koçalî re Na Bûlent Çinar diyar kir ku projeya Benda Koçalî û rapora ÇED'ê ne guncawe. Bûlent destnîşan kir ku ji sedî 80'î gundî ji çêkirina bendê ne razîne û li hember vê bi îsrar înşa kirina bendê tê domkirin. Bûlent da zanîn ku ew li ser navê platformê ji Wezareta Daristanan û Mudîriyeta Xebatê Avê ya Dewletê a Dadgeha Îdarê ya Riha yê du doz vekirine. Bûlent destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina vê dozê li heremê lêkolînek adîl bê kirin û ÇED bi aweyek ahengdar raporê xwe amede bike. Bûlent got: "Rapora ku dervî zangona hatibe amede kirin pêwîste ÇED raporê îptal bike."

'Ji bo tûtinê pêdivî bi bendê tune ye'

Bûlent da zanîn ku gelê ku li herêmê dijî ji bo debarê xwe tûtinê hildibirîne û diyar kir ku ji xwe gel pêdiviyên xwe ya avê ji Benda Atatûrkê bi aweyek hêsan digire. Bûlent got: "Gel rastî çi hatiye nizane û matmayî maye. Gundî ji bo çêkirina bendê jî tu daxwezî pêşnexistin. Ev gel bi şêwayek aboriya xwe peyda dike. Bend dervî zerarê dê tu sûd nedê wan. Bi çêkirina bendê re dê gel di warê aborî, civakî û dayîn û standinê de bibe du beş. Bi bendêre dê têkîliya di navbera gundên din de bê qut kirin. Wê parkirina çandî a di nava gel de rakin û gel bi bişaftinê re rû bi rû bihêlin. Eger derfet heye ku herêm ji Benda Atatûrkê sûd werbigre, çima di Koçalî de tê israr kirin?."

'Samsata dîrokî bi benda Atatûrkê re hat tûne kirin'

Bûlent behsa maxduriyeta gundiyên herêma Samsatê ya ku piştî Benda Atatûrkê hat avakirin kir û wiha pêde çû: "Herêma Samsat xwedî erdingeriya jiyana mirovan a kevine. Li cihê ku vê erdîngeriyê jiyanê bê parastin herêm bi projeyên bendê re tejî mirov bû. Mirov carekê ve xwe di nava bajarek mezin de wek çîna bindest dît. Rastî çi hatin ne zanîn matmayî man. Gelek gundî bûn cotkerê demsalê li bajarên din. Niha jî li herêma Samsatê mirov rastî şopên dîrokê nayê. Kes hesabê tahrîbatê ku pêk hatî nexwest. Li Semsûrê çandek a bi koka kevin heye. Niha jî tê hewilkirin ku çanda heyî bê helandin û tune kirin."

'Ji bo çend quruşan gel dikin maxdûr'

Bûlent balkişand ser nûçeyên berî çend rojan ya "PKK'î yan makîneyên kar yê Benda Koçalî şewitandiye" kir û wiha got: "Em nahizirin ku endamên PKK'ê vê yekê kiribe. Hîna diyar nebûye ku kê kiriye nûçeyên bi vî rengî yê ne di cih dayîn ne raste. Em nikarin bûyerê derbixin holê." Bûlent di dawî da ji bo Koçalî banga hestên hişyariyê li kamuoyê kir û wiha domkir: "Ji bo çend quruşan gel dikin maxdûr. Kes bendê naxweze. Li hember çêkirina bendan jî dê têkoşîna me a demokratîk bidome."

(rc)