Li Amedê jin parqan xweşik dikin
16:59
JINHA
AMED - Şaredariya Peyasê li ser 15 donim arazî de donimekî ji bo serayê veqetandiye û jin kulîlk û darên ku digihîjin di parqên şaredariyê de diçînin.
Li Şaredariya Peyasê ya Amedê li ser 15 domim arazî donimekî ku ji bo serayê hatî veqetandin, jin hem kulîlk û daran di serayê de digihijîne û hem jî li parqên şaradariyê diçîne. Îsal li serayê 40 hezar dar û 10 hezar kulîlkên demsalê hatiye çandin. Derbarê xebatê de Mîmarê Peyzajê Memet Zeydîn Kirar agahî da û diyar kir ku, sera di donimekî ku qada wê girtî de pêktê û wiha domkir: "Du sala em dar û kulîlkên demsalê diçînin. 8 Hevalên me yên jin çawan ku li sera bi gihêjtina dar û kulîlkan re mijûl dibin di heman demê de dar û kulîlkên ku dighêjin dibin li parqê diçînin. Di nava vê salê de 30 hezar tovên dara û 10 hezar dar hatine çandin, di heman demê de 10 hezar kulîlkên demsalê hatine çandin. Em wek şaredarî armanc dikin ku bi xwe hilberînê xwe bikin û ji derve tişt negrin. Ji aliyê şaredariya me ve gelek parqe hatine çêkirin û projeyên zêdekirina parqan heye. Bi vê projê re em êdî pêwîst nabînin ji derve tu alîkarî bixwezin ji ber emê hilberîna xwe bi xwe avabikin. Di heman demê de li gorî demsal û erdîngeriya Amedê kîjan dar wê sûdê bide dê xebatê tespîtkirinê daran jî derbikeve. Ji bo vê yekê jî gelek dar ji derve hatine anîn û dest bi ceribandinê wê tê kirin."
Parq niha hîna xweşiktir bûye
Jinên ku li serayê kulîlk û darên demsalê digihijînin heman demê de li parqan diçînin û xwezayê xwe xweşik dikin.
(rc)