Li Karaburun'ê têkoşîna li hember RES an berdewam dike

10:42

Ceren Karlidag/JINHA

İZMİR - Li Karaburunê lîsansa pêkanîna 47 RES an li gel biryara dadgehê ya betalkirinê jî nehate sekinandin û bi hewldana TEİDAŞ'ê şixulandina RES an cardin dest pê kir. Parezerên gundiyên Karaburunê jî serî li Serdozgeri ya İzmîrê dan.

Karaburun navçeya İzmirê ya herî biçûk e. Karaburun ya xwedî 13 gund û bi hejmara xwe 9 hezar û 456 e di salên 2005- 2009'an de bi biryara ku ' Pêwistiya ÇED'a tune ye' destûr ji şirketan re derket ku Santralên Enerjiya Bayê( RES) bi kar bînin. Qada ku ji RES'an re hatiye vekirin jî ji sedî 61 erdê Karaburunê ye. Niştecihên Karaburunê jî li hember vê dagirkeriyê doz vekirin û bi biryara dadgehê ya' Tahrîbatek bêveger pêk tê ' doza xwe de bi ser ketin lê TEİDAŞ, vê biryara dadgehê nasnekir û çend roj berê cardin dest bi şixulandina RES'an kir. Der heqê vê mijarê de parezerên gundiyan serî li Serdozgeriya İzmîrê dan. Lê niştecihên Karaburunê RES' ên ku li pir ciyan wek alternatîf tê nîşandayîn çima naxwazin?

'Karaburun ciyekî çandiniya herî paqij lê tê kirin e'

Serokê Konseya Bajêr ya Karaburunê Îpar Bugra Dîllî ev pirsa me bersivand û diyar kir ku bilindahiya her trîbûnek 150 metre ye û got:'' Ji bîlî Projeya RES ya Enerjiya Lodos a Karaburunê ji 5 fîrmayên din re jî bê rapora ÇED'ê ji bo çêkirina RES'an destur hatiye dayin. Niha nêzî 80 tirîbûn hatiye avakirin û ciyên ku hatiye tahsîs kirin gihîştine hev du. Îpar da zanîn ku Nîvgirav a Karaburunê xwedî jiyanek xwezayî ye û gelek dewlemend e. Îpar axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Nebat û çîvikên ku di bin parastina navnetewî de ne li vir hene. Ji vî alî de em dikarin bêjin wek ciyekî laboratuar e. Her wiha çandiniya herî paqij jî li vir tê kirin. Ji ber vê jî divê Karaburun tevdeyî were dest girtin û ji bo vir plansaziyek pêketinê were kirin.


' Tenê Wezareta Çavkanî û Enerjiyê piştgirî neda '

Îpar anî ziman ku der barê vê mijarê de rapor amade kirine û pêşkeşî Lijneya Giştî ya Heyîna Parastina Xwezayê kirine û got: '' Ev rapor hate qebûl kirin û Lijneyek Wezaretê hate amade kirin. Nêrîna hemû kesî ya der barê raporê de erênî bû. Tene Wezareta Çavkanî û Enerjiyê piştgirî neda.'' Îpar axatina xwe wiha bi dawî kir: ''Plana wan a 150 metre nêzî malan trîbûn çêkirin heye. Bi vî awayî qada ku zeytûn lê tê çandin û cihên bizinan tên talan kirin. Baxçê mandalinan jî fîrmayên RES'ê distînin û ji me re dibêjin 'hun biçin, ev der qada RES'ê ye.' Emrê RES'ekî ya aborî 25 sale lê ev der bi 49 salan hatiye kirêkirin. Piştî ku ewqas tişt were kirin qey wê werin ji me re bejin ' Biborin, Karaburun vegûherî çolê, biborin,bizinên we mirin û me ji we re cihekî jiyanê nehîşt'? Cihekî hewqas dewlemend tê feda kirin. Em li hember vê, dozên welatiyî vedikin. Parezerên Tevgera Ekolojî û Der û Dor bi dilxwazî van dozên me dişopînin. Em xwe di vî warî de mafdar dibînin û ji ber vê jî em bi biryar in ku hemû mafên xwe yên demokratik dê bi kar bînin.

' Ajalên me mirar dibin '

Ji ber vê rewşê niştecihên vir xerîbî axa xwe yên bi salane ajalên xwe xwedî kirine dibin, xerîbî ciyên ku lê mezin bûne, jiyan kirine dibin. Niştecihên gundê Yaylayê Nejla Alici jî destnîşan kir ku di mehekî de 3 kesan ji qrîza dil jiyana xwe ji dest dane û wiha berdewam kir: ''Dewlet eraziyê bi kirê da me lê piştre dîrekan li vir danîn.Em vê naxwazin lewre ajalên me dimrin, şîrên wan diçike, baxçeyên zeytûnan di bin toz û dûmanan de dimînin.Têlan û darên zeytunan jêkirin. Dema dîrek dizîvirin derûniya me xira dibe. Bila hinek me jî guhdar bikin û van dîrekan bidin sekinandin êdî bes e. Em jî ne hemwelatiyên Tirkiyê ne?''


' Di eraziyên ku RES lê tê çêkirin nebat şîn nayê'

Gundekî din ya RES lê tê çêkirin li Tepebozê welatiyê bi navê Erol Aykol wek gundiyên Yaylayê bertek nîşan dide û diyar dike ku di eraziyên ku RES lê tê çêkirin nebat şîn nayê û axaftina xwe wiha domand: '' Kesên ku mêşan xwedî dikirin hatin mexdûr kirin. Ajalên me êdî şîr nadin û berhemên darên zeytûnan jî kêm bûye. Ajalên me ji keviran nigê xwe dişkînin. Tene nigê 15 ajalên min şikestiye. Li rêyên ku nû tê çêkirin de herrî dirjînin û ji bo rê vebikin cihên dîrokî jî ji holê radikin.''


' Zozanên me hişk bûn û nêrgîzên me venakin'

Hafîze Kara ya 93 salî anî ziman ku bila trîbûnên nû çênekin û got: '' Fêkiyên me hişk dibin, nêrgîzên me êdî venakin û em jî nikarin di malên xwe de rehet razên.'' Welatiya bi navê Muzaffer Toromanlar jî der heqê zirarên RES'an de axivî û da zanin ku ji ber ajalên wan mirine an qisir mane niha tene bi mehaneyê Bağ-Kur'ê debara xwe dikin û wiha dawî da axaftina xwe: '' Zozanên me hişk bû, şînayî nemaye li gund. Ajalên me şîr nade. Em ê çi bixwin û vexwin? Ez jinek 60 salî me divê hinek li me jî bifikirin. Ez ji dengan nikarim şibakeyên xwe vebikim.''



(ch)