Li hember jiyana Kapitalist bi 'Bûka Baranê' tekoşîna ekolojik
09:44
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Seroka Komela Bûka Baranê ya Ekolojîk Ayşegul Akyuz diyar kir ku darên sîbera wan nayên firotin kaputalîzim wan dibirin, têkiliya nava mirov û xwezayê de dikin mijara pere qazanckirinê. Ayşegul diyar kir ku ew ji bo jiyanek ekolojîk dibêjin: "Ji zincîrên xwe rizgar bibin."
Komela Bûka Baranê ya li Êlihêç hatî avakirin xebatên xwe berdewam dike. Komela Bûka Baranê li gel xwebatên xwe yên hunerî li gel Hilberîna Tov-Ekotopya ya 'dibêje 'Tovê ji bo cîhanek ekolojîk' û Meclisa Ekolojiyê ya Êlihê xebatên xwe berdewam dike. Her wiha Komela Bûka Baranê li hember êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên ser Kobanê û Kobanêyek ekolojîk bi duruşma 'Hilberîna ramanê' di nava Platforma ji Nû ve Avakirina Kobanê de cîh digire. Em li gel Seroka Komela Bûka Baranê ya Ekolojîk Ayşegul Akyuz ser xebatên wan yên komelê yên ekolojîk axivîn. Ayşegul da zanîn ku ji bo jiyanek bi tendurist û ji tehekumiyê xelas pêdivî bi jiyanek ekolojîk heye. Ayşegul destnîşan kir ku li gelek gundên Kurdistanê ew jiyan bi awayê xwe yê xwezayî tê jiyîn.
'Min xwezaya xwe ji nû ve keşif kir'
Ayşegul bilêv kir ku ew li bajarê Amedê yê ku ji ber zêdebûna şêniyê her diçe girêdana xwe ya bi xwezayê ve diqedîne mezin bûye û wiha got: "Bi salane li bajarên cuda yên Kurdistanê min jiyan kiriye her dem di hindirê min de zindîbûnek hebûye. Wê zindîbûnê girêdana min ya bi xwezayê ve zêde kiriye. Di vê navberê de min li gel hevjînê xwe li bajarên ku lêdijîn bi welatiyan re xebatên ekolojîk birêvedibîn."
'Her tişt bi jiyana ekolojîk ve girêdayi ye'
Ayşegul wiha domand: "Em jin hindirê xwe û derve qala hemû tiştên hilberîna xwezayiya bi şanaz dikin. Ne tenê ajal û daristan hemû tiştên tên romanê mirovan eleqeya wan bi ekolojiyê ve heye. Ji bo pêşerojê ji ekolojiyê zêdetir ti rêya me nîne, komînizma çerxa nû ekolojiye. Ji ber wê ye li Ewrupayê Partiya Keskan polîtîkaya keskan dihilberîne li gel wê jî gotinên fîlazofên weke Murray Bookchin û Rêberên weke Abdullah Ocalan jî nîşa medide ku çareserî di civakek ekolojîk dene."
'Ji bo jiyanek ekolojîk divê em ji nava zincîrên xwe derkevin'
Ayşegul anî ziman ku daristanên sîbera wan jî nayên firotin kaputalîzim dibire, têkiliyên mirovan û xwezayê ji bo qazanca peran bikartîne û wiha berdewam kir: "Hilberînên ekolojiyê difiroşin, eko turîzmê organîze dike malên ekolojiyê difiroşin zengînan li Tirkiyê. Bi xeyalên pir pere qazackirinê mirov ji jiyana xwezayî ber bi bajaran ve dibezin. Divê ji bo jiyana ekolojîk em ji zincîrên xwe derkevin."
'Kaputalîzim ji şoreşa ekolojîk ditirse'
Ayşegul derbirî ku kaputalîzim dixwaze xwezayê dibin tekela xwe de bigire û wiha dom kir: "Kaputalîzim netenê mirovan hemû tiştên li derdorê tên dîtin yên zindî û ne zindî ji bedên ser robaran heya her tiştî dixwaze ji bo xwe bixebitîne û bifiroşe welatiyan. Tovê şîn nebe difiroşe yên karê şînahiyê dikin û dixwazin hemû karên şînahiyê bixên bin bandora xwede. Hewildide bi vî awayî jiyanek erjeng ser welatiyan ferz bike."
'Ji bo Kobaniyan me modela amlên ekolojiya xweser pêşniyar kirin'
Ayşegul balkişand ser pêşniyarên wan yên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê û wiha pêde çu: "Em li hember malên tekniki yên tên avakirin pêşiniyara mîmariya kevneşopiya gundan dikin. Li gorî min jiyana ekolojîk bêyî ku mirov li ser zindiyê herî biçuk yê di nava xwezayê de tehekumiyê bike jiyanek hevbeş jiyankirine."
(zt)