Meşa xwezayê ya 3.emîn li Henê dest pê dike
11:43
JINHA
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, meşa xwezayê ya 3.emîn ku bi dirûşma "Bi Xwezayê Re Bibe Yek, Bi Sporê Azad Bibe" li dar dixe, meş roja 27'ê Pûşperê li gundê Serdê û Eynê Kebîr a Henê pêk tê.
Midûrtiya Şaxa Sporê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, meşa xwezayî ya 3.emîn bi dirûşma "Bi Xwezayê Re Bibe Yek, Bi Sporê Azad Bibe" li Henê pêk tîne. Roja 27'ê Pûşperê dê li Gundê Serdê û Eynê Kebîr ê Henê meş tê li dar xistin.
Midûrtiya Şaxa Sporê bi bîr xist ku dawiya her mehê meş dê li navçeyeke Amedê pêk were û got, ''Welatî jî dikare beşdarî meşa li Henê bibin.''
'Kesê dixwaze dikare serî li Midûrtiya Sporê bide'
Welatiyên ku bixwazin beşdarî vê meşa xwezayî bibin dikarin serlêdana xwe li Midûrtiya Şaxa Sporê ya li Sumerparkê bikin. Ji bo serlêdanan divê forma qeydê were dagirtin û rapora tenduristiyê were dayin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku welatiyên nexweşiya wan a dil û alerjî hebe nikarin beşdarî meşê bibin.
Meşa xwezayê yekemîn di 25'ê Nîsanê de li Qotê Berçem û Şikeftên Hîlarê ya navçeya Erxenî dest pê kiribû û meşa duyemîn jî di 30'ê Gulanê de li Lîcoka navçeya Licê hatibû kirin. Meşa sêyemîn ya li navçeya Henê dê were kirin jî heta dawiya meha kewçêrê wê bidome.
(rc/ ch)