Meşa xwezayê ya 3.emîn li Henê destpêkir
14:42
JINHA
AMED - Meşa xwezayê ya sêyemîn ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kooperatîfa Ekolojî ya Jîngehê bi hev re li dar dixin, li gundê Serde, Ayn Kebîr û Şikeftên Birqleyn ên Henê hate pêkanîn. Meşvan ji vê meşê gelekî kêfxweş bûn û xwest ku hejmara meşan bê zêdekirin.
Meşa 3.emin a xwezayê ku Midûrtiya Şaxa Werzîşê ya Serokatiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Mezin û Kooperatîfa Ekolojî ya Jîngehê bi hev re li dar dixin û bi dirûşma “Bi xwezayê re bibe yek, bi werzîşê re azad bibe” bi rê ve diçe, roja şemiyê li gundê Serde yê Henê pêk hat. Di vê meşê de 53 kes amade bûn.
Kesên xwezaparêz, sibê zû li Sumerparkê hatin cem hev û bi otobûsên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dabîn kirin berê xwe dane gundê Serdê. Berî meşê çalakên Jîngehê ji meşvanan re diyar kir ku divê di meşê de li çi haydar bin. Meşvanên ku kurtekên li ser wan “Bi xwezayê re bibe yek, bi werzîşê re azad bibe” nivîsandî li xwe kirin, heta kaniyên Ayn –Kebîrê meşiyan. Piştî bêhnvedana li vê derê meşvanan geriyanên xwe domand.
'Eleqeya gel pir heye'
Perwerdekara Midûrtiya Werzîşê Gul Bozkurt, diyar kir ku ji roja wan dest bi pêkanîna vê meşê kiriye vir de eleqeya gel pir heye û bi kelecan li benda roja meşê ne. Gul, bi bîr xist ku heta niha 150 kesî sûd ji vê meşê wergirtiye û got, “Armanca me bi vê meşê ew e ku hindekî mirovan ji jiyana bajêr dûr bixin û rojekê be jî bikevin nav jîngehê û bêhna wan derkeve.”
'Em dixwazin hejmara meşan zêde bikin'
Endamê Kooperatîfa Ekolojî ya Jîngehê Gultekîn Aydenîz jî, da zanîn ku bi vê meşê ew hişmendiya civakî ava dikin û got, mirov mehkûmê jiyana nav dîwaran hatiye kirin, em dixwazin wan ji vê jiyanê bihilînin û berê wan bidin nav jîngehê.
Aydenîz wiha got: “Em dixwazin hejmara van meşan zêde bikin.”
Beşdarên meşê jî kêfxweşiya xwe bi vê meşê anîn ziman û hestên xwe parve kirin. Meşvanan xwest ku tenê rojek be jî ew ji xirecira teknolojî û jiyana bajêr dûr bikevin û hinekî bêhna xwe derxînin.
(rc/ch)