Parqa Ferînaz Xosrawanî tê vekirin

17:32

JINHA

WAN - Parqa ku ji aliyê Şarederiya Îpekyoluyê ve li taxa Selîmbey tê çêkirin, dê bi navê jina Kurd Ferînaz Xosrawanî a ku li Îranê ji aliyê endamên istixbaratê ve rastî êrîşa zayendî hatibû û li hember vê êrîşê xwe ji otelê avêtibû bê kirin.

Şaredariya Îpekyolu ya navenda Wanê ye di demek kurt de çar parq xist xizmeta gel û gelek parqên ku hilweşîne û xirab bûne hatin tamîr kirin. Miduriyeta Baxçe û Parkan Esmer Kara derbarê xebatên çandina daran ya ku di quntara Çiyayê Erekê ji aliyê şaredariyê ve tê kirin de agahî da û bi bîrxist ku, di Konferansa Ekolojiyê û Kongreya Civaka Demokratîk de bajarê Wanê wek bajarek pîlot a herêmî ya ekolojîk hatiye hilbijartin û ji ber vê erkê dikeve ser milê wan ew hewildidin ku vê pêk bînin.


'Dê 15'e parq bên vekirin'

Esmer Kara anî ziman ku ew wek şaredarî helmeta "Bila darê her kesî çêbibe" dane despêkirin û got: "Di vê salê de me armanc kiribû ku em 50'î dar biçînin û ev xebat gihîşte astekî. Niha jî xebatên çandina daran li Çiyayê Erekê didome. Li herêma Saîdî Kurdî ya ku dikeve pişt Çiyayê Erekê me 700 fîdan lê çandin. Xebatên çêkirina herêmên dora cihên Turizmê û seyranê tê berdewam kirin. Di heman demê de taxên ku nû tên avakirin û heya payîzê wê biqede û li 30 gund em ê 30 parq çêbikin û gavên destpêkê jî hatiye avêtin. Li navenda bajêr jî 15 parqên ku hatine çêkirin em ê bikin xizmeta gelê xwe."


Wê navê Ferînaz Xosrawanî li parqê bê kirin

Esmer da zanîn ku ew ê navê parqa ku li taxa Selîmbey were çêkirin navê Ferînaz Xosrawanî lê bikin û got: "Di civîna meha Pûşberê ya Meclîsa Şaredariya Îpekyolu ya biryar hat girtin ku navê parqa ku li taxa Selîmbey tê çêkirin bi navê Ferînaz Xosrawanî were dayin."

(rc/ch)