Kanên xîzê, Dîcle veguherand çema mirinê

10:28

JINHA

ŞIRNEX - Kanên xîzê yên li ser çemê Dîcle hatî çêkirin him xwezayê xira dikin û him jî rê li pêşiya mirinê vedike. Li Cizîrê di nava mehekê de yek jê zarok 3 welatiyên ku ji bo xwe hênik bikin ketin çem xeniqîn. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret diyar kir ku kanên xîzê yên li ser çemê Dîcle hatîn avakirin texrîbatên mayinde pêk tîne.

Çemê Dîcle yê ku li Mezopotamyayê rehê jiyanê ye bi bendav û kanên xîzê yên li ser hatine çêkirin texrîbatên mayinde pêk tîne û ji bo niştecihên wir xetereya ewlehiya jiyanê jî derdixîne holê. Li gorî lêkolînên rêxistina ekolojiyê, li ser çemê Dîcle nêzî 500 kanên xîzê hatine avakirin. Ji ber ku kanên xîzê dengeya xwezayê xira kiriye tenê di nava mehekê de li Cizîrê yek jê zarok 3 welatiyên ku ji bo xwe hênik kirinê ketin çemê Dîcleyê xeniqîn.

Li gel kampaniyayê jî zarok di Dîclede avjeniyê dikin

Komeleya Parastina Derdor û Daristanan ya Cizîrê (ÇEVDER) ji bo ji mirinan re bêje 'bes' dest bi helmeta bi navê "Ne di çem de, di hewzê de avjenî bikin" kirine. Li gel vê helmetê û hemû talokeyan jî cardin zarokên gundên derdora Çemê Dîcleyê, ji germê xwe li çem dixin û tê de avjeniyê dikin. Li gel gelek nerazîbûnan jî xebatên kanên xîzê berdewam dike. Dema ku em bi zarokan re dipeyîvîn dan zanîn ku malbatên wan ew şiyar kirine ji bo nekevin çem lê ji ber germa zêde ew nikarin tehmûl bikin û xwe li çem dixin.

'Dema ku hewiz hebe en nakevinê'

Nîhatê 7 salî ku her roj ji bo hênikbûnê dikeve çemê Dîcleyê wiha axivî: "Em vê avê naxwazin, ev av gelek qirêje. Em avek pak û tê de nexeniqin dixwazin." Ahmedê 11 salî jî destnîşan kir ku ew ji ber germa zêde nikarin tehmûl bikin dikevin çem. Ahmed anî ziman ku li gel ew dizanin gelek kes di çem de xeniqîne jî cardin dikevinê û wiha got: "Dema ku avek pak û ne kur hebe em ê jî nekevin nava çem."

'Çemê Dîcleyê wek avzêlê mirovan ber bi xwe ve dikişîne'

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret der barê mijarê de axivî û bi lêv kir ku ew ji destpêka hatiye ser peywirê heta niha ji 10 welatiyan zêdetir kes di vê çemî de xeniqîne. Leyla derbirî ku wan weke şaredarî li hember xeniqandinê koma rizgarkirinê ava kirine. Leyla anî ziman ku kanên xîzê xwezaya çemê Dîcleyê texrîb kirine û wiha berdewam kir: "Ji ber ku kanên xîzê texrîbat li ser çemê Dîcleyê de anîne ji ber wê jî komên rizgarkirinê yên me avakirine li gel avjeniyê dizanin jî av wan ber bi xwe ve dikişe nikarin avjeniyê bikin. Berê evqas kes di ava çemd de nedixeniqîn. Kanên xîzê xeniqandinan zêde kiriye. Li hember van kanên xîzê çî bê xwestin em ê bikin, heger pêwist be em ê bi gelê xwe re li vê derê çalakiyan jî pêk bînin."

'Hevpeyman ji Enqerê tê'

Leyla balkişand ser hebûna 4 kanên xîzê yên li Cizîrê ser Çemê Dîcleyê hatîn çêkirin û wiha dom kir: "Du hevpeyman bi dawî bûye. Yek jî hê berdewam dike. Li gorî agahiyên me girtine dema hevpeymanek jî li Enqerê hatiye dirêj kirin. Dest ji kanên xîzê berdin. Tiştek ji ewlehiya canê mirovan giringtir nîne. Em bang li hemûyan dikin dest ji malê dinê berdin, di van mijaran de hinek bi baldarî tevbigerin. Ji bo ewlehiya canê mirovan me hinek tedbîr girtine, lê çemê Dîcleyê mezinê û qontrolkirina wê zor e. Ji ber wê jî tedbîrên me girtine kêm dimîne. Em ê di demek nêz de hewizekê çêkin, dê gelê me di wê de avjeniyê bikin."

(zt/ch)