Li Farqînê hember bendavan û derxistina gaza zinarî çalakî dest pê dikin

11:51

JNHA

AMED - DBP li hember bendava ya li Farqînê çêkirina wê berdewam dike û bendavên ku di bin navê ewlehiyê li Kurdistanê tê çêkirin dê dest bi çalakiyan bikin. Hevseroka Navenda DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek diyar kir ku bi çêkirina bendavan dixwazin gihandina nava gundan de biqedînin û di nava gel de sînoran çêkin û wiha axivî: "Sinor tenê ne têlên honayîne, bendavên ku tên çêkirin jî di nava gel de sînoran ava dike."

Di lîteratora cîhanê de cara yekem gotina "bendava ewlehiyê" li navçeya Farqîna Amedê di dema çêkirina bendavê de hat bikaranîn. Ji bo ku çêkirina bendava dê ziyanek mezin bide civak û xwezayê rewa bikin dewletê navê HES ê li bendavan kiriye. Bi çêkirina bendav û HES'an, li Farqînê 'Geliyê Godernê' yê xwediyê dîrokek 10 hezar salane ku ji gelek şaristaniyan re dergoşî kiriye dê tine bibe. Di heman demê de bi dehan gund û daristanên mezin ên di navbera Lîce û Farqînê de ye wê di bin avê de bimînin û bên tunekirin. Li van kolanan de berhemên xwezayê jî dê biqedin û piştî 50 salên din êdî herêm wê zûwa bibe.

Di 14'ê Tîrmehê de meş

Komeleyên ekolojiyê yên DBP'ê li hember bendava li Farqînê bi navê "bendava ewlehiyê" tê çêkirin, derxistina gaza zinarî û ji bo sepandinên bi vî awayî li Kurdistanê berdewam dikin de wê 14'ê Tîrmehê de meş li dar bixin. Girêdayî çalakiyan Hevseroka Navenda DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek da zanîn ku çêkirina bendavan li Kurdistanê helwestek polîtîk e. Hafîze destnîşan kir ku dixwazin bi çêkirina bendavan mîrasên dîrokî û çandî tûne bikin.

'Em ên çavê xwe negirin'

Hafîze balkişand ser ziyanên ji derxistina gaza zinarî û wiha dom kir: "Gaza zinarî jî ziyanê dide xwezayê û mirovên li wan deveran dijîn. Gaza zinarî avê jehrî dike û welatiyên li wir dijîn jî neçar dimînin ku wê ava jehrî vexwin. Dixwazin erdnîgariyek li gor xwe avabikin ku tû zindî nikaribin li wan deveran bijîn. Di heman demê de dibe sedema koçberiya gundiyan jî. Weke salên 90'an cardin dixwazin welatiyan bixin nava pencên pişaftin û hejariyê. Em desturê nadin van kirinan. Di demên derbasbûyî de gelek tiştên wiha hate kirin, em ê êdî ji van kirinan re bêjin bes e. Em ê li hember tû bendavên ku li Kurdistanê tên çêkirin re çavên xwe negirin."

'Axa Kurdistanê mîrasa dîrokî ye'

Hafîze bi lêv kir ku dewlet bi zanebûn gel ji ax û çanda wan diqetîne û wiha berdewam kir: "Ji kîjan aliyan de li bendavan bê nêrîn ziyanê dide. Li cihên bendav tên çêkirin li derdorê qereqol û kalekol jî tên çêkirin. Ev jî polîtîkayek tirsandin û mijokdariyê ye. Dê gelê me yên li wan herêman dijîn li ser erdnîgariya xwe ya azad bi nasnama xwe bijîn. Dibe ku ji bo valakirina gundan çend dînaran bidin, lê gelê me bihişmendiye, nayê van lîstikan û dest ji axa xwe bernadin. Gelê me yên li wan herêman dimînin tên gel me û dibêjin: 'Em li van deveran bendavan naxwazin, çi pêwist be em ê bikin. Ji ber erdnîgariya Kurdistanê dewlemende dewletê çavên xwe berdaye vir. Ev erdnîgarî ji bo me mîrasek e. Em dixwazin vê mîrasê veguhêzin pêşerojê."

'Em ê li hember bendavan bimeşin'

Hafîze bi salane qirkirinên xwezayê yên bipêşengiya hikumeta AKP'ê pêk tên bibîrxist û wiha dom kir: "Em ê desturê nedin dengeya ekolojiya vê axê têk biçe û li Kurdistanê kapitalîzim rantê bixebitîne. Di vî warî de çalakî û têkoşîna me dê berdewam dike. Em ê di 14'ê Tîrmehê de ber bi bendava Farqînê ve bimeşin. Ne tenê meş, ji niha û pê de dê çalakiyên me dê berdewam bikin. Em çêkirina bendavan wek talana xwezaya Kurdistanê dibînin. Em wek talana dengeya ekolojiyê dibînin. Ji ber wê jî em ê desturê nedin van talanên xwezayî û em ê li hember van têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dixwazin hemû gelên herêmê di tekoşîna li hember talana xwezayê de li gel me bin û em bang li wan dikin li xwezaya xwe xwedî derkevin."

(zt/ch)