'Çêkirina qaleqol û bendan em ê bidin sekinandin'
09:15
Şehriban Aslan / JINHA
AMED- Li Kurdîstan û Tirkiyê bi çêkirina benda qirkirina xwezayê didome. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Çîlem Akkaya, diyar kir ku wê bi gel re bi awayek hevpar çêkirina qaleqol û bendan bidin sekinandin.
Li Kurdîstan û Tirkiyê bi çêkirina benda qirkirina xwezayê didome. Bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclîsa Ekolojî ya Amedê di 25'ê Tîrmehê de ji bo bend û qaleqolên ku li Gelê Godernê ya girêdayî navçeya Farqînê ye wê meşa xwezayê were li dar xistin. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Amedê Çîlem Akkaya, da zanîn ku ji xeynî bend û qaleqolan ji bo derxistana gaza zinaran jî wê xebatên xwe bidomînin û diyar kir ku cihên gaza zinaran jê tê derxistin jiyana zindiyan lê namîne û wiha berdewam kir: '' Li gor lêkolînên hevalên me hate tespîtkirin ku cihên gaza zinaran jê tê derxistin 6 sale tû şînayî lê çênabe, tenê rengê zer xuya dike.''
'Çar mehe meşên xwezayê didome'
Çîlem Akkaya, derbarê cihên meşên xwezayê lê tê kirin de axivî û wiha pê de çû: '' Meş bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Meclîsa Ekolojî ya Amedê wek xebatek hevpar tê kirin. Nêzî çar mehe ev xebat didomin. Me gera xwe ya yekemîn li navçeya Erxenî, Şikeftên Hîlarê û herema Çayonû dest pê kir, ya dûyemîn li Lîcê Şikeftên Birkleyn û ya dawî jî em ê di 25'ê Tîrmehê li Gelê Godernê ya girêdayî Sîlvanê ye bikin. Ev meşên xwezayê dê heta mehên Îlon an jî Mijdarê bidomin.''
Çîlem da xuya kirin ku armanca van meşan ji bo xwedîderketina cihên dîrokî ya ber bi tûnebûne ve diçin li ber çavan bigrin dikin. Çîlem axaftina xwe wiha domand: '' Em dixwazin ji gelê xwe re dîroka ku ber bi tûnebûnê ve diçe bidin xuya kirin û pêşiya vê qîrkirinê bigrin. Mînak em bi hevalên ku tiryakê bi kar tînin re çûn Şikeftên Hîlarê. Em çun gundekî wir û bi gundiyan re me xwarinek hevpar çêkir û me xwar. Armanca me bi gelên heremê re em bibin yek û armanca xwe jî bikin yek.''
Çîlem destnîşan kir ku yek armanca wan jî danasîna xweza û dîroka Amedê ye û got: '' Kesên ji derve tên em dixwazin bajarê me nas bikin. Bi çêkirina bendan xwezaya me hate qetilkirin. Em jî ji balê bikşînin van qatlîaman meşên xwezayî li dar dixin.''
' Cihên ku gaza zinaran jê tê derxistin xwezayê dikûje'
Çîlem bal kişand sedema benda li Farqînê tê çêkirin û diyar ku ji bo gaza zinaran derxînin dest bi çêkirina bendê kirine û wiha berdewam kir: Ji bo gaza zinaran were derxistin divê çewsandek zêde hebe û dema çêkirina bendê ev derdikeve holê. '' Çîlem destnîşan kir ku li cihên gaza zinaran tê derxistin jiyana tû zindiyan namîne û zirarên mezin dide xwezayê û wiha pê de çû: '' Di serî de li Ewrûpa û Emerîkayê li cîhanê gelek deverên cuda de derxistina vê gazê hatiye qedexe kirin. Welatên desthilatdar îcar welatên wek Tirkiyê ji bo derxistina gazê bi kar tînin. Li gor lêkolînên hevalên me hate tespîtkirin ku cihên gaza zinaran jê tê derxistin 6 sale tû şînayî çênabe, tenê rengê zer xuya dike. Dewlet li gel vê hê jî bi israr e''
'Em ê li xweza û dîroka xwe xwedî derbikevin'
Çîlem bi lêv kir ku bi zelalî neyê gotin jî bendên tê çêkirin bendên ewlehiyê ye, lewre li kêleka bendê qaleqol tê avakirin. Çîlem da zanîn kul i hember qaleqolane jî û wiha dawî da axaftina xwe: ''Çêkirina bendan ligel pêvajoya çareseriyê berdewam dike. Em jî wek Meclîsa Ekolojiyê dê bi gelên xwe re bi hevparê têbikoşin û xwedî li dîrok û xwezaya xwe derbikevin.''
(ch)