'Agir bi destûra dewletê hate derxistin'
11:15
Sarya Gozûoglu/JINHA
AMED - Agirên li Çiyayên Cûdî û li Geliyê Godernê de hate derxistin bû sedema şewitandina bi hezaran donim erd û qetilkirina zindiyan. Nîqaşên ku rayedarên dewletê yê berpirsyar mûdaxaleyî agir nekirin jî hê berdewam dike. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demirel anî ziman ku qetlîamên li hember xwezayê pêk tê bi destê dewletê dibe û ji ber vê jî tû mûdaxale nayê kirin.
Agirê ku li Çiyayê Cûdî destpêkir û 4 rojan berdewam kir û bû sedema qetilkirina daristan û zindiyên li daristanê. Rayedarên dewletê ev 4 rojan mûdaxaleyî agir nekirin û welatiyan bi derfetên xwe agir tefandin. Piştî agirê li Cûdî derket li Gelîyê Godernê ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê ye û cihekî dîrokî ye agir lê derket. Li heremê bi alîkariya welatiyan û îtfayên Şaredariya Pasûrê agir hate kontrok kirin lê ji ber ku xebata cemidandinê nehat kirin agir cardin dest pê kir. Li vir jî 3 hezar donim erd û zindiyên tê de dijîn hatin tûne kirin.
'Kesên ku çûn cihê bûyerê tenê em bûn'
Parlamentera HDP'ê Çaglar Demirel bal kişand ku li Kurdîstanê komkujiya xwezayê pêk tê. Çaglar anî ziman ku piştî Cûdî agirê ku li Geliyê Godernê derket bigûman e û wiha pê de çû: '' Piştî ku li Geliyê Godernê agir derket me hevdîtinan bi Walî, Qeymeqam, şaredarî û Wezaretan re pêk anî lê mixabin tenê şaredarî bersiva daxwaziya me da û welatiyên heremê ji bo tefandina agir xebitîn.''
'Israra me ji bo mûdaxaleya hewayî ye'
Çaglar anî ziman ku komkujiya xwezayê bi destê dewletê pêk tê û ji ber vê jî pêşî lê nayê girtin. Çaglar axaftina xwe wiha domand: '' Me ji tû cihî bersivek erênî negirt û şaredarî bi derfetên xwe mûdaxaleyî agir kir. Şevek berê em çûn qada agir pê ketibû û me bi çavên xwe dît ku ji xeynî welatiyan kesên dixebitin tûne bû.'' Çaglar da zanîn ku qadek berfireh hate tûne kirin û got: '' Qadek pir girînge lewre li wir zindîyên cûr be cûr dijîn û hê jî carna dû jê bilind dibe. Ji duh de israra me ji bo mûdaxaleya hewayî ye lê heta niha tû tevgerek pêk nehat. Dewlet û hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdîstanê him komkujiya xwezayê him yê mirovan pêk tîne.'' Çaglar di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê şopdarê vê pirsgirêkê bin.
(ch)