Geliya Sosê li benda ziyaretvanê xwe ye
13:29
Hêlîn Yildirim/JINHA
AMED - Li geliyê Sosê kaniya şîfayê ya ku li navçeya Pasûra Amedê ye û li benda welatiyên ku dixwaze derman bibîne ye.
Geliyê Sosê ji aliyê erdhejê di pîleya yekemîn de cih digire û di ciheke volkanîk de ye. Ev der bi kaniyê xwe ji bo mirovahiyê di dîrokê xwe de cihek yekemîne û gelekî asê ye. Geliyê Sosê li gundê Tiyaksê ya Pasûra Amedê ye ji welatiyên herêmî ve her dem tê zîyaretkirin, lê tenê ji aliyê gelê herêmê tê zanîn ku ev av bi şîfaye. Li gorî baweriya gelê herêmê ev kanî ji nexweşînê hundir, çerm û ji gurçikan re di be alîkar û derman dike. Axa Kurdîstanê ji aliyê kaniyên ku bi berbesinê (mîneral) pir dewlemende lê tenê gelê herêmê hay jê heye divê gelê ji derve jî werin jê fêde bibînin.
'Dema ku bi bawerî bên şîfayê dibînin'
Naîme Îpek ya ku li gundê Tiyaksê dijî got: "Hewirdorê gund dema ku sûdê avê dibihîsin tên ziyaretê. Kesên ku bi bewarî tên şîfayê dîbînin. Ji xwe ya ku sûdê vê avê dizane her sal tê. Ji mehê Hezîranê heya Îlonê gelek kes têne ziyaretê vir. Gelek ji wan avê dixin şûşeyan û bi xwere dibin mal. Dema ku neyên ew ava ku birine vedixwin. Ava gundê me ya bi şîfa, ji bo kevirên gurçikan, romatîzmayê û nesaxiyên çermî gelek sûdê dide. Kesên nexweş dema ku bi bawerî bên şîfa jê dîbîne."
'Em li bendê mêvana ne'
Naîme da zanîn ku welatiyên gund, ji ber vê ava bi şîfa gelek bi memnûn in û wiha domkir: "Gelek kes hatin vê avê vexwarin û di heman demê de kevirê gurçikê wan ketin. Ev av bi salan heye. Dema ku mirov ji derve ji bo avê tên, welatiyên gund wan weke mêvan pêşwazî dikin. Ev yek jî sûdê dide welatiyên gund."
(rc)