Jinên Licê axa xwe ya hate şewitandin vegotin

12:48

Nurcan Yalçin - Helîn Yildirim/JINHA

AMED - Balafirên leşkerî ya daristanên Licê dan ber agir, bû sedema şewitandina gelek dar û bîstanan. Jinên ku dema 90'î de jî heman êşê jiyandine wiha axivîn: '' Ji me re gotin ' Riya gundê we vekiriye , hun dikarin biçin' lê niha çima dîsa gundê me dişewitînin û me didin kuştin?''

Li navçeya Licê ya Amedê di 26'ê Tîrmehê de 5 balafirên leşkerî agir berda daristanan û ligel daristanên çiyê gelek mal û bîstan jî şewitî. Demek dirêj mûdaxaleya îtfaye û gel hate astengkirin lê piştî hewldana gel agir hate vemirandin. Ji ber ku dîregên ceyranê jî hate şewitandin ceyranên gelek gundan hate qutkirin. Jinên ku di demên 90' î de jî heman bûyeran jiyandine bal kişandin zilma ku li ser axa wan tê kirin û ji bo ev pêkûtiyên dewletê bi dawî bibe bang kirin. Jinên gundê Hûseynîk (Arikli) ya cara dûyeme mala wan tê şewitandin anîn ziman ku ligel hemû êşên kişandine dev ji daxwaza xwe ya aşitiyê bernadin.

' Me ji ber bayê nikarîbû agir vemiranda'

Hedîye Korkut a 66 salî bilêv kir ku ji ber bayê nikarîbûn agir vemirandina û rez û bîstanên wan tev hatiye şewitandin û wiha axivîn: '' Balafiran gundê me da ber agir. Me hewl da agir vemirînin lê ji ber bayê me nikarîbû agir vemiranda. Hemû xanî, rez, bîstan û darên me yê fêkiyan hate şewitandin. Em 40 sale di nava vî şerî de ne. Dewlet ji me çi dixwaze? Em çiqas dibêjin aşitî dewlet me dikuje. Di salên 90'î de jî dewlet malên me şewitandin, me sirgûn kirin, ciwanên me kuştin. Em koçî bajaran bûn, dawiyê cardin riya gundên me vekirin gotin' Riya gundê we vekiriye , hun dikarin biçin' lê niha çima dîsa gundê me dişewitînin û me didin kuştin?'' Hedîye anî ziman ku li hember hemû pêkûtiyan dê dev ji daxwaza xwe ya aşitiyê bernedin.

'Em biçin bajaran em ê ji birçîna bimrin'

Hîdayet Macar a 50 salî diyar kir ku roja bûyerê dema çavên xwe vekirine agirên ji topê ya ji balafiran ser wan de dibarandin dîtine û wiha berdewam kir: '' Me bi zehmetiyên pir mezin mala xwe çêkir lê niha her tiştê me şewitî. Em nizanin çi bikin. Niha cardin dixwazin me sirgûn bikin lê em naxwazin koçî bajaran bikin lewre em biçin bajaran em ê ji birçîna bimrin. Em ê têkoşîna xwe ya aşitiyê bidomînin.''

' Me canê xwe bi zor xilas kir'

Sara Haran a 70 salî da zanîn ku dema agir dest pê kiriye li gund kêm kes hebûye û piranî kesên extiyar mane û wiha axivî: '' Me ji bo vemirandina agir mûdaxale kirin lê balafir cardin agir ser me de barand. Ji ber ku ba zêde bû em jî vekişiyan û ji bo mûdaxaleya îtfayê jî destûr nedihat dayin. Zarokên biçûk û kesên extiyar xistin maşîneyan û xwestin ji gund dûr bixînin. Me canê xwe bi zor xilas kir lê hemû tiştên me şewitîn. Dewlet naxwaze ku em rojek baş bibînin. Em jî êdî nizanin çi bikin, bi ku derê ve biçin.''

'Giya nemaye ku ajal biçêre'

Meyese Haran a 45 salî ya xwedî 3 zarokan e û hevserê wê jî di sala 1995'an de ji alî dewletê ve hatiye qetilkirin li mezraya Çelibî ya girêdayî gundê Hûseynik (Arikli) ê dijî wiha axivî: '' Ez li Amedê dijîm û dawiya heftê têm gund û li bîstanê xwe dinêrim. Çend roje jî erdê me di bin agirê dewletê de ye. Dewlet dixwaze ku vîna gel bişkîne û hêza wê tûne bike. Piştî erdnîgariya me bişewitîne dê gelê vir jî neçarî koçberiyê bike. Hemû dar û baxçeyên me şewitî niha tiştek di destê me de nema.'' Meyase da zanîn ku giya nemaye ku ajal biçêre û wiha dawî da axaftina xwe: '' Em êdî dewletek wisa naxwazin. Hemû dar û daristanên me şewitandin. Çend rojin em ji ber topbaranê di axûran de radizên. Em ê heta dawiyê li dû mafên xwe bin û ji bo zarokên me nemirin em ê têkoşîna aşitiyê bidomînin.''

(ch)