Topên ji agir ji ezmanên Licê dibarin

11:46

Helîn Yildirim - Nurcan Yalçin/JINHA

AMED - Li Licê berî şevekî balafirên F-16 ya ji balafirgeha Amedê bilind bû topên ji agir barand ji ezmana Licê. Ev rewş di nava gel de bû sedema metirseyê ku cardin şewata daristanan dest pê bike.

Li navçeya Licê ya Amedê piştî topên agir hate barandin û hemû daristan û bîstanên gundiyan şewitî gel kete nava metirsiyê. Berî şevekî ku balafirên F-16 ya ji balafirgeha Amedê bilind bû cardin topên ji agir barand ji ezmana Licê. Ev rewş jî di nava gel de bû sedema metirseyê ku cardin şewata daristanan dest pê bike lê agir berî bigihîşe erdê vemirî. Sanîye Ozkan a 80 salî şahidiya bûyerê kiriye anî ziman ku li Sisê û Kurmikê dû cîsim hatiye avêtin lê ev berî bikevin erdê vemirîne.

' Tiştên ku li ser serê me barî me fêmnekir çibû'

Sanîye Ozkan diyar kir ku balafir cîsmên wek topên ji agir diavêtin ser daristanan û wiha axivî: '' Ji van topan dû tene avêtin ser Sîsê û Kurmikê û piştre çûn.Tiştên ku li ser serê me barî me fêmnekir çibû. Li vir tû ewlehiya me tûne ye, em ditirsin. Em bi pêvajoya çareseriyê hinek bi hêvîbûn lê cardin dest bi zilma xwe ya berê kirin. Dewlet dixwaze ku Kurdan biqedîne destûr nadin aşitiyê.'' Sûltan Yildirim a 41 salî jî wiha axivî: '' Koçberî hate jiyandin û dê hê jî berdewam bike. Em piştî riya gundan hate vekirin vegeriyan gundê xwe lê niha dîsa dixwazin me derxînin. Tenê daxwaza me dayina mafê Kurdan e lê em biçin ku mirin li pêşiya me derdikeve''

' Ceyranên me qut dikin, me di tariyê de dihêlin'

Sultan got ku tiştên hatiye avêtin wek topa havanê bûye û diyar kir ku bi vî awayî xwestine pêkûtiya derûnî li ser wan ava bikin û wiha berdewam kir: '' Ewlehiya me nemaye êdî bese bîla dilê me neşewite. Li ser me ceyranên me qut dikin û me di tariyê de dihêlin. Ava me jî tûneye, em nikarin karê xwe bikin. Her tim pêkûtî li ser me tê kirin. Erdogan vê zilmê li gel dike û piştre jî dibêje ' ez misilman im' ev ne misilmantiye.''

Jina bi navê Hanim Yildirim jî derbarê mijarê de axivî û got: '' Erdogan bi gotina aşitiyê me xapand û çeteyên DAÎŞ'ê xwedî kir û berda ser serê me. Niha ji tirsa bombeyan em nikarin derkevin ber deriyê xwe. Her roj bombe li serê me dibarînin. Ji hêrsa îktîdar û pereyan bû sedema qîrkirina ciwanan. Heger pir şer dixwaze bila ew lawê xwe bigre û biçe di eniyên pêş de şer bike.''

(ch)