Leşkerên Tirk şewata daristanan didomînin
14:29
Tebax
1
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li gundê Dalekanê ya navçeya Qilebanê şewata ji beriya 3 rojan piştî operasyona leşkeran derketibû hêj berdewam dike û bi sedan ciwan ber bi herêma şewatê ve bi rê ketin.
Li gundê Dalekanê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji beriya 3 rojan piştî çalakiya gerîlayên HPG'ê yê li hemberî arteşa Tirk operasyona bi tevlîbûna cerdevanan pêk hatî, di encama gulebarana helîkopterên Kobra şewat derketibû. Şewata her roj ji aliyê welatiyan ve dihat kontrolkirin, bi gulebarana leşkeran dîsa dest pê dike. Ji bo vemirandina şewatê bi sedan ciwan ber bi herêmê ve rê ketin.
(ch)