‘Werin em vî agirî bi temirînin’

09:17

Mizgîn Adim/JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê ji aliyekî ve dar û sewal dişewitin. Ji aliyê din ve ji ber ilan kirina herêmê ewlehiyê gûndî nikarin herin gûndê xwe û tiştê ku çandine li ber hişkbûnê ne. Hawirdoparêz û gûndî banga alikariyê dikin û dibêjin ‘werin em vî agirî bi temirînin’

Agirê li Şirnex’ê ev 11 rojin bê navber dewam dike. Agirê ku di encama top baran û şer de derketiye ji ber ku him top baran dewam dikin him jî li Şirnex’ê 9 herêm weke herêmên leşkeri hatine ilan kirin gel nikare mudaxeleyî agir bikin. Lê duh Hevserokên DBP û HDP’ê jî di nav de gelek kes çun ji bo agirê çiyayê Cudî bitefinin û di nav agir de teluka fetasandinê derbas kirin. Gelê herêmê dibêjin ev polîtikayên salên 90’anin û bi vî şekli disa dixwazin herêmê vala bikin. Herêm ne tenê ji mirovan ji sewal, dar û ji nebatên cur be cur jî tê vala kirin. Di encama agirê 11 rojin berdewam dike de gelek sewal, dar, nebatên cur be cur şewitîn. Gelek sewal jî ji ber topbaran û agir ber bi avê û cihê ku mirov lê dijîn tên. Nêçîrvan jî li pêşiya van sewalan xetereyek mezinin. Gelek gûnd jî bi sedama ewlehiyê hatin vala kirin. Gûndiyê ku ev çend rojin neçûne gûndê xwe diyar dikin ku tiştê çandine li ber hişkbûnê ne. Gûndî dibêjin piştî ku vegeriyane gûndê xwe kedek mezin dane û çi bibe bila bibe wê vegerin gûndê xwe.

‘Nifşê sewalan bi tune bû re rub ru ne’

Rêvebira Komelaya Cudî ya Ekolojî û Çandê (CEK-DER) Beybûn Tekeş diyar kir ku ev agir zêdetirî hefteyek dewam dike zirarek mezin daye hawir dorê û wiha got: "Zindî ne zindî hemû tiştê heyî ji vê yekê zirar dibînin. Demsal di guherin vê herêmê ji xwe germe dema daristan dişewitin ev germ hîn jî zêdetir dibe.” Beybûn da zanîn ku li çiyayê Şirnex’ê gelek nifşên sewlan hene û ji ber agir ev sewal birçî mane û ji çiya hatine xwarê. Beybûn desnişan kir ku mirov ji bo jiyana van sewalan xetere ne û bang li her kesî kir da ku zirarê nedin van sewalan û wan bi parêzin. Beybûn herî dawî anî ziman ku cihê ku dişewitin ji ber ku herêmên ewlehiyê hatine ilan kirin nikarin mideheleyî agir bikin û wiha bang li kesên hewirdorparêz kir û got: "Werin em vî agirî bi temirînin.”

‘Dewlet li hember xwezaya me bê tehemul e’

Rêvabira CEK-DER’ê Firuze Sezer ji got ku ekolojî ji her tiştî mihîm tire û wiha axivî: "Cudî ji bo me cihek pîroz e lê niha di şewite. Dema tiliya me xwin dibe çikas canê me dêşê lê bi rojan e Cudî di şewitw êdî dilê me û wijdana me vî tiştî ranagire. Pêwiste em li xwezaya xwe xwedî der bikevin." Firuze desnişan kir ku dewlet naxweze giya di çiyayê wan de şîn bibe û wiha pêde çû: "Dewlet li hember xwezaya me jî bê tehemul e.” Firuze herî dawî got ku xweza û jin bêtir bi heve girêdayîne û bang li hemû jina kir da ku xwezayê biparêzin.

‘Me bi kujin jî emê vegerin gûndê xwe’

Gûndiyê bi navê Eyûb Elçî ku ji gundê Hewlêr ê girêdayê Cizîrê ye da zanîn ku ji ber gundî wî herêma leşkerî hatiye ilan kirin ev 9 rojin nikare here gûndê xwe û wiha axivî: "Gûndê me ji pîr û kalê me ji me re maye gûndê me di salê 90’î de hatibû vala kirin lê ev du salin em vegeriyabûn gûnd me li gûnd gelek mesref kiriye. Me gelek tişt çandiye.” Eyûp got ku ev çend roje nebatên ku çandine avnedane û eger rojek du rojê din jî nên avdanê wê hiş bivin. Eyûb diyar kir ku ji ber li Cizîrê her roj şer e nikarin tu karek bikin û wiha dewam kir: "İro îdara me li ser gûnd e, em mecbûrin vergerin gûndê xwe me bi kujin jî em neçarin vegerin gundê xwe.
Eyûb bi lêv kir ku salê 90’i çawa neheqî li wan hetiye kirin niha jî eynî neheqî li wan tê kirin û ev tişt got:” Her tişt xera biye. Mehelê gule baran dikin em nikarin derkevin sukê jî. Tu karek tu şixulek nema ye.” Eyûb got ku Serokkomar Recap Tayîp Erdoxan ji ser koltixê xwe rana be û ji qesra xwe dernayê û ne xema wî ye ki hatiye kuştin kî nehatiye kuştin û wiha dawî li gotinê xwe anî:” Em naxwazin tu kes bê kuştin. Em aşitiyê li ser esasê saxlem bê ava kirin.”

‘Ji bo ku Roboskî û Zergele dubare nebin…’

Serokê GOÇ-DER a Cizîrê Sabahatin Elçî jî anî ziman ku dewletê yek alî pêvajoya aşitiyê qedan diye û operasyonan dike, daristana dişewitîne. Sabahatin da zanîn ku li herêmê Cudî Gabar nêzikî 100 gund hatine vala kirin û van gundiyan serî li wan daye û wiha axivî:” Em dixwazin bi walitiyê re têkevin diyalogê lê rêya dîyalogê girtiye.” Sabahattin got ku hin gûndî tevî hemû zextan gûndê xwe terk nekirine û gûndiyê din jî dixwazin vegerin gûndê xwe û wiha pêde çû:” Em bang li dewletê dikin ji bo careke din qetlimek wek Roboskî û Zergelê pêk nê em di bêjin bila oparasyonan bide seknandin.”

Sabahatin desnişan kir ku gundi bi destura keymakamtî û walitiyê vegeriyane niha jî wan re tê gotin ji gund derên û ev neheqiyek mezine. Sabahatin herî dawî bang li dewletê kir ku biryara herêmê ewlehiyê rake û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dixwazin dîsa muzakere dewam bikin. wekî dinê tu çare tune ye.”

(ma/zt)