Tevgerên Ekolojîk dê taxrîbatên xwezayî di cih de lêkolîn bikin

10:45

Sarya Gozuoglu/JINHA

AMED - Meclîsa Ekolojîk a KCD'ê û Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya yê, ji ber şewata daristanan a ku di 16-17 û 18'ê mehê de li herêmên Geliya Godernê (Pasûr- Hezro), Cûdî, Lîcê (Deşta Fîsê), Dêrsim, Qabilcewz, Bagok, Bedlîs (Şeyh Cuma) dê biçin cihê bûyerê û taxrîbatên xwezayê di cih de lêkolîn bikin. Piştî lêkolînê wê raporek bê amede kirin û ji raya giştî re bê parvekirin.

Meclîsa Ekolojîk a KCD'ê û Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya yê daxuyand ku, ji ber şewata daristanan a ku di 16-17 û 18'ê mehê de li herêmên Geliya Godernê (Pasûr- Hezro), Cûdî, Lîcê (Deşta Fîsê), Dêrsim, Qabilcewz, Bagok, Bedlîs (Şeyh Cuma) dê biçin cihê bûyerê û taxrîbatên xwezayê di cih de lêkolîn bikin. Meclîsa Ekolojîk a KCD'ê û Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya yê dan zanîn ku piştî ziyaretê xwe ya lêkolînê dê encam bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin. Derbarê mijarê de Berdevkê Komîsyona Aborî a KCD'ê Şehbal Şenyurt got, bi konsepta şer a dawî xweza hatiye ruxandin û hayê gelê Tirkiyê ji vê yekê tune ye.

'Xebatên ku li navenda Enqerê hatî plansazî kirin rastî bertekan tê'

Şehbal bang li parazvanê Xwezayê û Ekolojîstên Tirkiyê kir ku êrîşên li dijî xwezayê pêk hatî, di astek pir cidî de ye û ew armanc dikin ku berxwedanê bi hevre zindî bikin. Şehbal destnîşan kir ku dervî dexwaziya gel mudaxele li herêmên wan hatiye kirin û got: "Ev gel piştgirî dide demokrasiya radîqal, li vê erdîngariyê çi bê kirin ew bi hevre biryar didin. Xebatên ku li navenda Enqerê hatî plansazî kirin rastî bertekan tê. Ev yek ji bo tevahî Tirkiyê derbasdare."

'Ez dişewitînim, hûn bibin temaşevan'

Şehbal got ew armanc dikin ku biçin herêmên ku taxrîbatên xwezayê lê pêk hatî, êşên wir parvebikin wê berpirsyariyê rakin û kanalên zagonî kûr bikin û wiha pêde çû: "Herêmên ewlekariyê ên taybet tên îlan kirin, gund tên ruxandin, şewitandin, mirov neçar dibin koç dibin.Taxrîbatên aborî di asta jor de ye, gelê ku bi dildarî dixwaze biçe agirê vemrîne tên asteng kirin. Ev yek nayê pejrandin. Gel dixwaze agir vemrîne, ji bo vê jî tên asteng kirin. Ev yek tê wateyê 'ez dişewtînim hûn jî temaşevantiyê bikine. Piştre ezê biryar bidim ku çi bibe.' Pirsgirêkê ku li vê erdîngeriyê tê jiyan kirin li her deverê Tirkiyê tê jîn. Sedemê ku em bibin yek jî eve."

'Pêwîste makanizmayên ku ji rûxandinê re bêje bese bên avakirin'

Şehbal diyar kir ku, herêmên ekolojîk raste rast bandor li tenduristiya mirov, polîtîkayên bajarbûnê û polîtîkayên cotkarî û enerjiyê bandor dike û wiha domkir: "Pêwîste makanizmayên ku ji vê rûxandinê re bêje bese bên avakirin. Di vê çerçoveyê de em bang li tevahî saziyan dikin. Bi konsepta şer a dawî van pirsgirêkan bi carek ve derxistiye holê. Ji hemû saziyan daxweza me bila bi aweyek hevgirtî li hember civaka xeritanî bisekinin û wê nepejrînin."

'Bertek û raperîn li dijî êrîşên ser herêmê heye'

Endama Tevgera Ekolojîk a Mezopotamya yê Yildiz Tahtaci got: "Di pêvajoya dawî de desthilatdariyê bi polîtîkayên xwe yê şer zararek mezin daye xwezayê me jî." Fîlîz jî bang li tevahî sazî û sazgehên ekolojîk yên li Tirkiyê kir ku li hember êrîşên ser xwezayê hişyar bin û got: "Bertek û raperîn li dijî êrîşên ser herêmê heye, em dixwazin ku li tevahî Tirkiyê ev hişyarî bê nîşandan. Ji ber ku em têkoşîn li tevahî bajaran li dijî çêkirina barajan û HES'ê didin. Bi vê hişyariyê pêwîste em tevbigerin."


Yildiz anî ziman ku ew wek Tevgera Ekolojîk ji bo gelên ku li herêmê dijîn hişyarî pêşbikeve ew xebat didin meşandin û got: "Em bi xebatên rêxistinî hewldidin hişyarî derbarê texrîbatên xwezayî, baraj û HES'an pêşbixin. Em hewldidin vê xebatê li tevahî Tirkiyê pêşbixin." Fîlîz da zanîn ku ewê berpirsyarên taxrîbatê lêkolîn bikin û wiha got: "Li hinek herêman ji ber ku mudaxele ne hatî kirin û ev yek bi zanabûn xistine meriyetê. Em vê yekê ji gelên herêmê dizanin. Derbarê taxrîbatên ku hatine kirin de emê lêkolîn pêkbînin û bi raya giştî a Tirkiyê re parve bikin. Hişyarbûn û baldariya ku li vir tê jiyan kirin xebat heye ku em li tevahî Tirkiyê bidin jiyan kirin. Bûyerên ku li vir tên jiyan kirin emê deşîfre bikin."

(rc)