Li Artemêtan jin li xwezayê û xweza li jinan vedigere

11:42

Nişmiye Gûler/JINHA

WAN - Şaredariya Artemêtan bi despêkirina projeya "Dara Jiyanê" jin ji nû ve vedigere xwezayê. Jinên ku li nava zeviyan dixebitin û hilberînên xwe bi kartînin gotin, "Vegera xwezayê cewhera me ji nûve bi me da qezenç kirin. Em baş bi xwezayê re mijûl dibin ji ber vê xweza jî bi fêkî û sebzeyên xwe me xelat dike."

Şaredariya Artemêtan ya Wanê bi despêkirina projeya "Dara Jiyanê" jinan ji jiyana bajarbûnê dûr dixe û ji nûve vedigerîne xwezayê wê. Endezyara Zîraatê Saîme Demîroglu ya di Mudîriyeta Polîtîkayên Jinê de dixebite û her wiha Şopkar û Beralîkara Projeyê ye. Saîme diyar kir bi projeya ku ev 4 mehin dane despêkirin ew armanc dikin ku jin tevlî hilberînê bikin û vegera xwezayê pêk bînin.

'Di serî de me lebat bi jinan da naskirin'

Saîme da zanîn ku ew projeyê xwe bi çandina 3'ê dolim darên hirmiyê despêkirine û ev wek cerbandina seri ye, her wiha anî ziman ku ziviyê ku maye ew ê firingî, îsot, xiyar, fasûlî tê de bighînin. Saîme destnîşan kir ku li wir sê cotkarên jin dixebitin û wiha domkir, "Li gorî derfetên xwe dixebitin û hilberînên ku bi dest dixin hem dibin bazarê difroşin hem jî dibin malê û pêdiviyên xwe pêşwazî dikin. Niha me zeviyek ji bo ceribandinê çandiye. Em ê bi hevre fêr bibin. Plansaziya me ew e ku salek din em qadê firehtir bikin û hîn zêdetir sebze û fêkiyan biçînin e. Nifşê niha tenê dizanin berhemê ji nav baxçê berhevbikin. Em li vêderê çawa tov û av xwe dighînin hev dixwazin nîşan bidin. Li vir jinan sebze çawan digêhê fêrdibin."

Em axê xwe bi GDO û bi madeyên kîmyawî jehrî nakin'

Saîme anî ziman ku ji ber ew tenê zibla siruştî bi kartînin berhemên dighêje jî xwezayî ye. Saîme got, "GDO'ê têra xwe axê me jehrî dike. Axa herêma Serhedê hem paqije hem jî ne hatiye bi karanîn. Derfetên hilberînên xwezayî li vir hîn zêdetire. Em wek jin sebze û fêkiyên xwezayî yên ku em ê hilberînin, hewlbidin bidin ku bighînin herkesî."

'Bi kedê xwe jiyan kirin hestek cûda ye'

Xwendekara zanîngehê Bêrîvan Benek diyar kir ku ew di betlaneya xwe de tê û tevlî xebatê zeviyan dibe. Bêrîvan bi lêvkir ku ew ê demê pêş de hilberînê xwe zêde bikin û got, "Bi vî aweyî gelek jin dikarin ji van derfetan sûdê werbigrin. Em nikarin bêjin ku civaka me ji xwezayê dûre, lê kêm be jî em bi zeviyan re mijûl bibin, bi destê xwe hilberînê bikin, bi xwezayê re jiyan bikin û bi kedê xwe jiyan kirin wê hestek cûda bide me. Zewqê wê tamkirin kêfxweşî dide mirov."

'Jin hem ji tûne bûnê hebûnê avadike hem jî xweşik dike'

Bêrîvan destnîşan kir ku jin ji çiya hatî durxistin û wiha got, "Dema tê gotin jin, hilberîn, ji tûnebûnê hebûn avakirin û xweşik kirin tê bîra mirov. Lê di vê pêvajoyê de jin tenê bi şîn dike. Jin cilên reş xwedikin û neçar dimînin rûnin. Şer eger rewaste mirov dê xweşikbûna jiyanê tambikin û dê jiyan hîn xweştir bibe. Nîmetên xwe xweza dide me em sûdê jê bigrin. Dev ji şer berdin. Ev ax ya me hemûyane. Em bi hevre biçînin û sûdê wê bigrin. Bila armancê me çandin be ne sînor danîn û bombe çandin be. Li şûna bombeyan em fîdanan biçînin."

'Em berhemên xwe li bazaran difiroşin'

Leyla Benek anî ziman ku li şûna ku berhemên amede biqedînin, ew tercîh dikin ku berhemên bi destê xwe biqedînin û got, "Berî niha li malê ji bo ezmûnên xwe dixebitîm. Ev proje ji bo jinan gelek başbû. Min dexwaz kir ku cih xwe di nava xebatê de bigrim û piştre tevlî xebatê bûm. Ev bu 3'ê mehin me firingî, îsot, xiyar û fesûlî di baxçê de çandiye. Heftê carek avdanê wê dikin û sebzeyên ku gihêştine berhevdikin. Em berhemên xwe li bazaran difiroşin. Pêdivî hebe em dibin malê xwe û hişk jî dikin. Piştî ku me dest bi karê baxçeyê kir em hîn zêdetir nêzî xwezayê bûn. Berî niha tu caran ez ne ketibûm nava baxçeyê. Her dem berî vê bi dersên xwe re mijûl dibûm. Piştî hatina min a vir girêdana min a bi xwezayê re zêde bû. Li vir hem di warê xebatê de hem jî di warê aktîvîta civakî de ez demên baş derbas dikim."

'Em sebze û fêkiyên xwezayî hildibirîn in'

Semra Kodaş jî got ew ji bo tenduristiya zarokên xwe tevlî vê projeyê bûye û got, "Jin bi xwezayê re di nava aştiyê de ye. Sebzeyên ku em ji bazarê distînin û yên ku em hildibirînin naşibihin hev. Bi temamî em xwezayî dighînin. Ev yek jî hîn bi tenduristiye. Ji sibê saet 07.00'an de tên baxçê. Piştî 5 saetan xebat em diçin malên xwe. Demê me li vir gelek xweş derbas dibe."

(rc)