'Wan destê xwe yên qirêj ji xwezaya me bikişînin'
09:02
Zeynep Akın/JINHA
ÊLÎH - Endama Meclisa Ekolojiya Êlihê Semra Yîgit, bertek nîşanî şewitandina daristanan a ji aliyê leşkeran ve da û wiha got: "Wan destên xwe yên qirêj ji xwezaya me bikişînin û dest ji qetilkirina mirov û xwezayê berdin.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hikûmeta AKP'ê ya demî, piştî di hilbijartina 7'ê Hezîranê de têk çû, li dijî gelê kurd û Kurdistanê şerekî taybet da destpêkirin. Piştî şer hat destpêkirin leşkeran çiya û daristanên herêmê dan ber topbaranê û daristan şewitandin. Endama Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê Semra Yigit, diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê bi salan e tê talankirin, wêrankirin û di bin dagirkeriyê de ye. Semra, da zanîn ku gelê Kurdistana Bakur ji aliyê dewletê ve hatiye dorpêçkirin û dîsa rewşa OHAL'ê tê jiyîn. Semra, anî ziman ku 20 sal berê jî mirov dihatin binçavkirin, dihatin qetilkirin û niha jî heman dîmen heye û heman feraset xwe dubare dike.
'Mirov li dijî daristanên dişewitin bêxem in'
Semra, destnîşan kir ku erdnîgarî ne tenê aydî nijad û nasnameyekê ye û dijberî vê yekê aydî hemû mirovahiyê ye. Semra, xwest hemû mirovahî li hemberî talankirin û wêrankirina xwezayê derkeve û dengê xwe bilind bike. Semra, bibîrxist ku axa Kurdistanê hem di aliyê xwezayê de û hem jî di aliyê çavkaniyên binerd û sererd de pir dewlemend e, lê tu carî derfetên wan çênebû ku ji vê dewlemendiyê sûdê wergirin û wiha got: "Her dem zozan û çiyayê me hat qedexekirin. Her dem talan kirin û wêran kirin. Her dem em koçber kirin û gotin axa we tune hûn jî tune ne. Ji bo înkar bikin talan dikin wêran dikin û sirgûn dikin."
'Daristan ji ber topbarana leşkerên tirk dişewitin'
Semra, daxuyand ku ji ber leşkerên tirk çiya topbaran dikin daristanên Kurdistanê tên şewitandin û wiha berdewam kir: "Em sedema şewitandina daristanan dizanin. Dema daristanên me tên şewitandin, dilê me jî dişewitin. Em nikarin mudaxaleyî şewatê jî bikin. Leşker destûrê nadin. Dixwazin şewata daristanên Kurdistanê zêdetir bibe. Ger ku li herêma Ege û Akdenîzê şewatek wisa derkeve di heman demê de mudaxale dikin. Lê li vir hem destûr nadin vemirînin û hem jî venamirînin."
'Li Kurdistanê talankirin û metîngeriyek mezin heye'
Semra, li dijî bêdengiya li hemberi şewatê jî nerazîbûnên xwe anîn ziman û wiha berdewam kir: "Her tişt pir aşkere li ber çavan e. Kesên bixwazîn vî dîmenî bibînin dibînin. Lê kesên nexxwazin vî dîmenî bibînin jî nikarin bibînin. Li vî welatî her roj mirov tên kuştin. Li Kurdistanê talankirin û wêrankirinek mezin heye. Mirovên xwezayê qetil dikin di heman demê de zerarek mezin didin mirovan jî. Ji ber vê yekê divê hemû mirov li dijî vê talankirin û qetilkirina xwezayê dengê xwe bilind bikin.Ji ber vê yekê em dibêjin van destên xwe yên qirêj ji nava xwezaya me ya paqij bikişînin. "
Semra, da zanîn ku weki ekolojîstan dê der barê şewatên li herêmê de lêkolîn bikin û bi raya giştî re parve bikin. Semra, diyar kir ku ji ber şewata daristanan di xwezayêde zerarek gelek mezin çêbûye û xwest her kes zorê li saziyên dewletê bikin ku dest ji van şewatan berdin.
(mae)