Bendav û ocaxên keviran masiyên Încî Kefalî tune dike
09:50
Vîldan Atmaca / JINHA 
WAN - Masiyên Încî Kefalî di cîhanê de tenê di Gola  Wanê de  dijîn. Lê ji ber ku di dema zêdebûnê de hêlîn  û lûsê wan yên çem û delavan wêran dibe, neslê wan tune dibe. Bendav û ocaxên keviran ên li ser  çeman tên avakirin hêkên masiyan tevan talan û tune dike.  
Masiyên Încî Kefalî di cîhanê de tenê di ava soda de dijî. Ji ber ku ava soda tenê li Gola Wanê heye, Masiyên Încî Kefalî jî tenê  di Gola Wanê de dijî. Lê ji ber neçîra şaş, talankirin û wêrankirina xwezayê masiyên ku bi tunebûnê re rû bi  rûne di talûkeyê dene. Masiyên Încî  Kefalî di mehên Nîsan û  Gulanê de hêk dikin û zêde dibin. Nêzî 2  mehan jî dest bi koçê dikin û derbasî ava  soda dibin. Ev masî dema hêk dikin diçin ava şêrîn  ya çem û  rûbaran de dijîn. Masiyên ku di çeman de hêk dikin û zêde dibin, bi talankirina xwezayê re hêkên wan jî tune  dibin. Her çend di serdema hêkan de seyda  van masiyan hatiye qedexekirin jî dîsa niha  bi talankirina xwezayê tune  dibe.  Ji ber li ser  çeman bendav tên avakirin û ocaxên xîz û keviran tên kolandin,  hemû lûs û warê hêkên maziyan wêran dibe û cureyên van masiyan tune dibe. 
Masiyên Încî Kefalî ji ber  ocaxên kevir,  xîz û bendavên li ser çeman tên avakirin di  bin talûkeyek mezin de dijîn. Ji ber talankirina xwezayê Masiyên Încî  Kefalî  ku tenê li Wanê dijî bi tunebûnê re rû  bi rûnê.Ger ku tedbîra vê yekê neyê girtin, ev masiyên ku niha zindî ne,  dê di pîrtûkên cîrok û dîrokê de bên bibîranîn. 
(mae/rc) 
