Li keda xwe xwedî derket, têkoşîna li hemberî RES’an qezenç kir

10:47

Ceren Karlıdag/JINHA

ÎZMÎR - Remziye saatliya 85 salî ku têkoşîna li hemberî RES’an qezenç kirî dibêje; "Bila bi giştî destên xwe ji axa me bikişînin. Li gelek cihan heman pirsgirêk hate jiyankirin. Lê bila tu kes dest ji têkoşînê bernede. Bila her kes xwedî li keda xwe derkeve.’’

Têkoşîna Remziye Saatli, di sala 1980'an de li Çeşmeyê bi qezençkirina 13 donim erazî destpê dike. Remziyeya ku di wê deme de li hemberî mercên dijwar ên erazî şer kirî, heta digihije sala 2013'an vê carê jî li hemberî RES Enerjî Elektrîk Uretîm A.Ş’yê têkoşîn dike. Remziyeya 85 salî, xwedî li darên xwe yên zeytûnê û keda xwe ya 30 salan derdiket û têkoşîna li hemberî RES’an dida di rojên borî de qezenç kir. Daîreya 6'emîn a Daniştayê bi lezgînî biryara desteserkirinê betal kir. Lê ligel israra fîrmayê ku dixwaze biryarê temyiz bike Remziye dibêje, "Destên xwe bikişînin ji axa me.’’

‘Min li aliyekî xwîn rijand, li aliyekî xwêdan’

Remziye rewşa zeviya xwe ya salên 80’an wiha vedibêje, "Cihekî çiyayî, kevirî bû ku mirov nikariya gav biavêta’’ Remziye wiha didomîne, "Aliyekî her kesî yê bedew heye, yê min jî jîrekî ye. Ez 30 salan xebitîm. Em ne malbateke dewlemend bûn. Yek daxwazeke me hebû ew jî me digot bila zevîyek û dareke me hebe. Maran bi min ve da, min bi tenekeyan kevir hilgirtin, axa xwe paqij kir. Dema min strî paqij dikirin her du destên min din ava xwînê de diman. Min li aliyekî xwîn li aliyekî xwêdan rijand. Ji bo ku teneke dereke min nebire min sünger dixist bin cilên xwe. Ji bo ku çalan dagirim min ax hildigirt. Min ji wî cihê şkêr zeviyek çêkir. Min ji kaniya 500 metreyî av dikişand. Min darên hejîr, sêv, hirmî û zeytûnan çandin, her yek bi destên xwe xwedî kirin."

'Di sala 2008’an de proje çêkirine, di sala 2009’an de firotin min’

Eraziyê li kêleka yê Remziyê ku bi salan di ber de xwêdan rêtî, ku eraziyê xizênê bûye derdixin firotinê. Remziye bi tevkariya keçen xwe di sala 2009’an de wê jî dikire û dixe ser zeviya xwe. Lê dema di sala 2013’an de makîneyên kar dikevin zeviya wê fêr dibe ku ev erazî di sala 2008’an de ji bo projeya RES’ê firotine fîrmayê. Remziye wê rojê wiha vedibêje; "Dema em çûne zeviyê me dît ku qalibên qerase yên ji betonê din ava zeviyê de daçikandine. Tabî me destpêkê fêm nekir ka çi ye. Di sala 2008’an de proje çêkirine, di sala 2009’an de firotine min, di sala 2013’an de bi makîneyan dest bi hatinê kirin. Negotin me ka ji bo çi tên, dixwazin çi bikin. Piştî k udi ser de dem derbasî bû ez fêr bûm ku projeyeke wiha heye. Dema min bihîst ez qehirîm. Piştî wê em ketin pêvajoya dozê. Me dest bi têkoşînê kir.’’

‘Gelê Çeşmeyê RES’an naxwaze’

Remziyeya ku bi gotinên, "Mirovê vê derê zeviya xwe najon jî li hemberî RES’an sekînîn.’’ Nexwestina gelê Çeşmeyê ya RES’an anî ziman wiha pê de çû; "Ligel ku ewqas çiyayêm bilind, ewqas deren vala hene ma rast e ku bên di zeviyên me de RES’an çekin? Divê mirov ji xwediyê wê şîrketa enerjiye bipirse, gelo heke wan bi xwe bi salan ked dabûya, bi destên xwe ji tunebûnê çêkiribûna dê deste wan biçûyayê ku wiha bikirina? Bila xwe bixin şûna min. Pere ji bom in ne giring e. Ez ê çawa zeviiya xwe ya kum in ewqas ked daye ji wan re bihêlim, ma ev dikeve wijdanê? Hefteya borî ji hela Daniştayê ve biryara betalkirinê hat dayîn. Min ev têkoşîn qezenç kir.’’

'Bila her kes xwedî li keda xwe derkeve’

Rmziyeya ku dema pêvajoya jiyayî vedibêje xemgîniya xwe tîne ziman , wiha pêde diçe; "Cihê me gelek xweş e. Heke min xwestibûya bifirota ez 30 salan pê mijûl nedibûm. Di nava du salan de ez ji ber van nexweş ketim. Ligel ku min nedixwest jî çav berdan axa min. Lê min dest ji têkoşînê berneda. Cemawerîkirina wê dere naakeve mirovahiyê. Van RES’ên hanî li derveyî welat di nava deryayan de li cihên dûr çêdikin. Zerer nadin malê mirovan. Baş e çima li welatê me wiha bêyî ku ji mirovan bipirsin, dixwazin bikevin mal û milkê xelkê? Tu kesî nexwest cihê xwe bide. Bila ji axa me tevahî destên xwe vekişînin. Li gelek cihan heman pirsgirêk hatin jiyîn. Lê bila tu kes dest ji têkoşînê bernede. Bila her kes xwedî li keda xwe xwedî derkeve."

(ss)