Fabrîkaya li Ertemêtan ziyanê dide xweza û mirovan

09:01

Nişmiye Güler/JINHA

WAN - Li Ertemêtan fabrîkaya çimetoyê ziyandayîna xweza û mirovan berdewam dike. Welatiyên navçê diyarkirin ku ew ji ber toz û dengê wê nikarin di malên xwe de runin ji bo wê jî bang li peyîwendîdaran dikin çareyekê bibînin.

Fabrîka çimeto ya li navçeya Ertemêtan a Wanê hem ziyanê dide welatiyên navçê û hem jî dide xwezaya wê. Fabrîka di sala 1969'an de hatî avakirin heya niha hîna çare jêre nehatiye dîtin. Ertemêtan a ku ewke cihek turîstîke û cihê seyîranên ye ji ber fabrîkaya di nava navçeyê de welatiyan nerehet dike bertek zêde dibin. Fabrîkaya ku navçeyê dibin tozê de dihêle, ziyanê dide fêkiyên navçeyê jî. Berê jî welatiyan nerihetiyên xwe ji bo peyîwendîdaran ragihandîbûn lê ti encam negirtibûn. Welatiyên navçê bilêv kirin ku ji ber derxistina beran hejîn çêdibe, ji xwe Wan cihekê yê erdhejêye, ji bo fabrîkayê beran derdixin, bi derxistina beran re hejîn çêdibe û ew hem ji ber tozê û hem jî ji ber hejînê nikarin di malên xwe de runin.

'Toza fabrîkayê heya nava malê jî tê'

Jina binavê Sabiha Cici anî ziman ku ev 40 salin ew li Ertemêtan dijîn, ji ber toza fabrîkayê êdî weke berê baxçê wan berhem nade û wiha domand:"Toza fabrîkayê heya nava malê jî tê. Ticarî pakiya mala me nabe. Ji xwe ji ber dengê wê em nikarin di mala xwe de rakevin. Ji ber dengê wê derxistina beran zarokên me ditirsin."

'Toza wê nexweşiyên me bi nerênî bandor dike'

Dire Uzal a ku mala wê hema li ber fabrikayê ye jî bilêv kir ku ji ber deng û toza wê ti halê wan nîne, êdî fêkiyên baxçê wan çênabe û wiha berdewam kir: "Nexweşiya min a astimê heye. Toza derdikeve bi nerênî nexweşiya min bandor dike. Mafê kesê nîne di mala me de vê nerihetiyê bide me. Em dixwazin peyîwendîdar ji bo vê rewşê çareyekê bibînin. Qe nebe bila şevê nedin xebatê. Ji bo em bikarin bi şev rehetî di mala xwe de rakevin."

Hasan Çoban ê ku mala wî hema li ber fabrîkayê ye jî da zanîn ku li gorî rapora ew nikarin ji ber deng û toza wê di mala xwe de runin heye jî peyîwendîdar tiştekê nakin.

(zt)