Banga ji bo 20'ê Îlonê 'Roja Cîhanê ya Heskîfê'
15:43
JINHA
AMED - Tevgera Ekolojiya Mezopotamya yê diyar kirin ku wan roja 20'ê Îlonê weke 'Roja Cîhanê ya Heskîfê' îlan kirine û bang li ekolojîst û baldaran kirin ku di 20'ê Îlonê de li Hesankeyîfê bin.
Tevgera Ekolojiya Mezopotamya yê balkişand ser tinebûna daristanan û dîrokê û roja 20'ê Îlonê weke 'Roja Cîhanê ya Heskîfê' îlan kirine. Ji bo îlankirina 20'ê Îlonê "Roja Cîhanê ya Heskîfê" daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li ber Guneşeviya Sumerparkê hat dayîn de Guner Yanliç axivî.
Guner balkişand ser polîtîkayên şidet û tindiya AKP'ê û wiha domand: "AKP'ê encama siyasî ya hilbijartinên 7'ê Puşberê ji xwe re wek tehdît dît û ji bo ku desthilatdarî ji destê wê neçe bi polîtîkayên zext û zorê êrîşî hemû kesên muxalîf dike û wan qetl dike. Piştî meha Tîrmehê nêzîkî 150 herêmên çolter wek herêmên ewlehiyê û li gelek navçe û bajaran jî rêveberiya awarte hatin îlankirin. Bi vî awayî ji gel re derketina sûk û kolanan hatiye qedexekirin. Li pirraniya van herêmên ewlehiyê şewata daristanan bi awayeke sîstematîk bi bombebarandinê hatine derxistin. Ji deh hezar hektarî zêdetir daristan, bax û bostan hatine şewitandin. Bi vî awayî polîtîkayên wêrankirina xwezayê ya bi deh salan e li Kurdistanê tê meşandin gihîştiye asta xwe ya herî bilind."
Guner polîtîkayên ser ekolojiya Heskîfê tên kirin jî bibîr xist û wiha berdewam kir: "Heskîfa ku bi hebûna xwe mîrateke çandî ya mirovahiyê ye û Dîjleya ku giyan daye gelek çand û şaristaniyan aniha bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ji ber ku parastina Heskîfê parastina jiyanê ye, têkoşîna li dijî tunekirina Heskîfê li Kurdistanê xwedî cihekî girîng e. Heskîf û Dîcle bûne yekpare û bi vî awayî li cîhanê cihekî din ê wek vir tune ye. Li Heskîfê heta niha ji 20'an zêdetir şaristanî û çand jiyane. Lê dixwazin Heskîfê bi çêkirina Bendava Ilisû'yê û bi projeya HES'ê tune bikin. Em wek Tevgera Ekolojîyê ya Mezopotamyayê li dijî polîtîkayên rûxandina ekolojîk, li dijî şer û zextê; ji bo parastina xwezayê, çand û aşitiyê bang li hemû ekolojîst û mirovên hestiyar dikin ku em li Heskîfê li hev bicivin. Di 20'ê Îlona ku me wek 'Roja Heskîfê ya Cihanê' îlan kiriye de dê li gelek deverên cîhanê çalakî werin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de çalakiya ku ji bo me giranbiha ye çalakiya gihîştina hev a aktîvîstan a li qiraxa Dîcleyê ye."
(zt)