Dîroka Surên Amedê jî di hedefa êrîşên polîsan dene

11:36

JINHA

AMED - Surên Amedê yên ku ji aliyê UNESCO ve di lîsteya Mîrasê Çanda Cîhanê de bi mizgeft û malên Amedê cîh digire jî dibin tehdîda polîsan dene. Di êrîşên ser Surê de gelek mizgeft û dêr hedef hatin girtin û gulebarankirin, der û pacên gelek dêran jî hatin şikandin.

Surên Amedê yên dirokî ketibû lista Mirasa Cîhanê ya UNESCO yê ew xweşikbûn li ber êrîşê rû bi rûye. Mîna Palêira ya Suriyê di dema kevnare de navenda ol û ticaretebû, ji aliyê UNESCO yê ve di sala 1980'an de kete lista mirasa Cîhanê. Ev nezî mehekê ye gelê Surê û avahiyên Surê dibin tehdida polîsan dene. Herî dawî ew 3 roje ku ji aliyê Waliyê Amedê ve li 16 taxên navçeya Saurê qedexekirina derketina kolanan hatiye îlan kirin û hatiye dorpeç kirin ji aliyê leşker, polîs û tîmên tayîbet ve. Ji ber gelê Amedê bertek nîşan dan dorpeç hate rakirin lê belê êrîşên polîsan û tehdîda ser Surê berdewam dike.

'Mizgeft û dêr hatin gulebarankirin'

Navçeya Sura Amedê piştî du rojan di qedexekirina derketina kolanan de pevçûnên giran derketibûn. Piştî qedexeya derketina kolanan hat rakirin şidet û wêrankirina çandê ya ku li Surê hatî jiyan kirin derket holê. Surên Amedê yên ku bi diroka xwe ketibû lista Mirasa Cîhanê UNESCO yê. Mizgeft, Dêr û avahiyên Amedê ji ber sedema şer tên tine kirin. Polîs û leşkerên taxê dorpeç kiribûn Mizgefta Fatih Paşa ya li navçeya Surê wêran kirin. Li ser dîwarê mizgeftê ji ber gulebaranê hat ber xirakirinê şopa gula li ser dîwarê mizgeftê û avahiyan hene. Dêr a Surp Gragos jî zirar dit û camê wê tev şikiyane, avahiyên taxê hatine şewtandin û xirakirin.

'Gel bertek nîşan dide'

Sekvanên di pevçûnê de derketi bûn ser minara mizgeftê û ser dêr ê welatiyên taxê bertek nîşan dan, di pevçûnên derketibûn holê de mizgeft wêran bûye û welatiyên tên mizgeftê îbadeta xwe bikin şaş mayî dimînin. Peyîwirdarên di dêr ê de dixebitin anîn ziman ku piştî pevçûnê tu kes nayê dêrê îbadêta xwe nake.

(ny-ha/zt)