Kubra Ayçîçek: Ekolojî kirine perçekî stretejiya şer

18:24

JINHA

STENBOL - Ji aliyê Tevgera Ekoloji yê ve li Kurdistanê agirê li daristana derketine Kubra Ayçîçek a girêdaya Şaxa Endezyara Hawirdorê ya Stenbolê di daxuyanî da axifî û anî ziman ku şer tenê jiyana mirovan na jiyana ekoloji yê jî neyînî ve bandor dike û got: "Ekolojî kirine parçek stretejiya şer."

Rexistina hawirdor a ku di navdê de Meclîsa Ekolojiya Kongra Gelê Demokratîk (HDK), Şaxa Endezyara Hawirdor a Stenbolê, Komîta Hewişandina Munzur ê û Platforma Raperin a Deriya Reş pêk te Rêxistina Ekolojiyê ava kirin. Ji bo ji şer rê bejin na û ji bo komkûji ya xweza û mirovahiyê bi dawî bibe li Şaxa Endezyara Hawirdor a Eywana Stenbolê civîna çapemenî pek anîn. Li eywana civînê pankarta "Em bang hemû gel ê Tirkiyê dikin ji şer re na aşitî hema vêga" hat dalqandin. Parlementera HDP ya Stenbolê Beyza Ustun jî tevlî civînê bû.

'Hilweşana xwezayê pirsgirêkek bi heqî, hiqûqî û çîniye'

Kubra Ayçîçek a girêdayî Şaxa Endezyara Hawirdor a Stenbolê di civînê de axifî û wiha got; "Şer tenê jiyana miruvan na jiyana ekoloji yê jî neyînî bandor dike. Ekolojî kirine parçeyek ji stretejiya şer."

Piştî Kubra nivisa çapemeniyê Ozge Erdogan xwend wihaye; "Hilweşana xwezayê pirsgirêkek bawerî û wijdaniye. Hilweşana xwezayê pirsgirêkek bi heqî, hiqûqî û çîniye. Ji bo hêvî û aşitî şîn bibe em berê xwe didin û li ser Hilweşana xwezayê avakirina jiyanek nû gelek zehmete. Ji bo komên bi aşitî bijîn di be ku em xwezeya di şer de ne hatibe hilweşandin ava bikin."

'Emê berxedana qada jiyanê dibin aşitiyê de bimeşînin'

Ozge anî ziman ku têkoşîna parêzvanên xwezayê li hemberî şîrketên rantê û hikûmetê ye û wiha axivî: "Îro yên ji bo axê xwînê dirêjin û canê mirovan digirin çawa ji şîrketên biyanî û heremî re pêşkêş dikin hemû kes baş dizane. Ji şerê ji aliyê qesrê ve hatî destpêkirin kurd, tirk û heya zarokên me tên qurbankirin. Şerê qesrê welat, bajar, taxên me perçe dike û gelên me ji hev cuda dike. Mafê jiyanê û azadiyê ji destê mirovan tê girtin. Daristan bi hinceta têkoşîna bi terorê tên şewitandin."

Ozge got ku ew weke parêzvanên qadên jiyanê bang dikin ku demildest şer bê rawestandin. Ozge da zanîn ku dê têkoşîna wan a aştiyê bidome.

(ha/zt)