Niha dema çavkaniya şîfayê Hûlo ye

10:07

Vîldan Atmaca / JINHA

WAN- Hûlo ya çolî a ku di kontarê çiyayê Geliyê Zîlan de şîn dibe ji gelek nexweşiyan re dermane. Hûlo di payîzê de dighêje, herî zêde ji nexweşiyên şekir û kilsgirtinê re baş tê.

Hûloya çolî a ku li quntara çiyayê Geliyê Zîlan a navçeya Erdîşa Wanê şîn dibe, ji aliyê gelê herêmê ve bi navê Hûlo tê nasîn. Hûlo ya ku bi rengê mor, zer û sor li ser axê bi bereket a Kurdistanê di mehên payîzê de dighêje dibe navenda dermankirina nexweşiyan. Hûloya ku di quntara çiyayên bilinde şîn tê, bi tamê xwe yê tirş ji bo nexweşiyên şekir û kilsgirtinê re dibe derman.

Çima divê Hûlo bê xwarin?

Hûlo bi taybetmenidyên xwe yên wek zîn vedike, hêrsbûnê kêmdike, bedenê mirovan zindî digre, boriyê mizê vedike û xwînê çêdike tê nasîn. Her wiha ji bo nexweşiya şekir başe û hêzê dide dil jî. Ji bo vekirina îştahê, romatizm, gorçik û kilsgirtinê jî bi bandore. Ji aliyê gelê herêmê ve li gel teze xwarina wê, hoşaf û rêçela wê tê çêkirin.

(rc)