Di Roja Heskîfê ya Cîhanê de dê bafirok ji bo aştiyê bifirin
12:08
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH - Hevberdefka Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Sumeyye Beytut ji bo Roja Heskîfê ya Cîhanê banga beşdariyê kir û got: "Li ser Çemê Dîcle yê jiyanê dide Mezopotamyayê bi navê bendava Ilisuyê projeya çêkirina HES'ê heye. Em bang li hemû gelan û tevgerên ekolojiyê dikin di serî de Heskîf ji hemû qirkirinên cîhanê, qirkirinên xwezayê û qirkirinên xwezayê re bêjin bese."
Tevgera Ekolojiya Mezopotamyayê 20'ê Îlonê weke Roja Heskîfê ya Cîhanê îlan kiriye. Hevberdefka Meclisa Êlihê yaTevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Sumeyye Beytut da zanîn ku dê di 2 rojên çalakiyên ji bo Heskîfê de ji bo zarokên di şer de hatine qetikirin Bafirokên aştiyê bên firandin û wiha domand: "Dê wê demê ji her deverên cîhanê peyamên aştiyê bên. Emê ji bo aştiyê ji bo rawestandina şer û bi dawîhatina texrîbatên şer ên ser zarokan dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Em bang li hemû gelên baldar û mirovahiyê dikin alîkariyê bidin me."
'Dê mîrasên çandê bên tinekirin'
Sumeyye bilêv kir ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê tabloya siyasiya ji aliyê hikumeta AKP'ê ve derketî holê xwezayê jî dixe nava metirsiyê û wiha berdewam kir: "Ji bo ku hikumeta AKP'ê deshilatiya xwe winda neke, dixwaze bi qirkirinan dengê muxalîfên dinê bide vemirandin. Di çarçoveya êrîşan de nêzî 150 herêman weke herêmên qedexe îlan kirine û derketina mirovan a kolanan qedexe dikin. Piraniya herêmên weke herêmên qedexe îlan kirîn bomba dikin û agir berî daristanan didin. Di agirbaranan de bi qasî 10 hezar hektarlik daristan, bax û bîstan hatin tine kirin û texrîb kirin."
Sumeyye destnîşan kir ku qirkirina ekolojiya Kurdistanê ya bi deh salane berdewam dike gihaye xala herî bilind û wiha dom kir: "Navbera her du çemên Dîcle û Firadê ku weke Mezopotamya tê navkirin ji neolotîkê heya niha bi qasî 14 hezar salin ji gelel şaristanî û çandan re malavahî kiriye. Gundên despêkê li ser wê hatiye avakirin. Çandiniya despêkê li ser wê hatiye kirin. Di serî de Heskîf dê gelek deverên wiha dîrokî û çandî bi projeyên HES'ê bên tinekirin. Li ser Çemê Dîcle yê jiyanê dide Mezopotamyayê bi bendava Ilisu yê projeya HES'ê tê çêkirin. Bi vê projê di serî de Heskîf dê gelek deverên dinê bên tinekirin. Em weke Meclisa Ekolojiya Êlihê bang li hemû derdorên ekolojîst, gelên baldar dikin ku di serî de Heskîf li hemû deverên dîrokî û çandî xwedî derkevin û li hember projeyên tinekirina ekolojiyê helwesta xwe nîşan bidin."
(zt)