Ên ku ders ji Hopayê dernexistine çav berdane Salîhli yê

09:09

Ceren Karlıdag/ JINHA

MANÎSA - Niştecihên Gondê Allahdiyen têkoşîn li dijî projeyên HES ên ku tê plankirin ku li Salîhlî bê çêkirin dan despêkirin û diyar kirin ku wek niştecihên ku li wir dijîn divê çi bê kirin ji wan were pirsîn û wiha gotin: "Dema ku pîrên me avê ji çiya anîn vir jiyana xwe ji dest dan. Bi alîkariyê dewletê ev av ne hatiye vir. Em ê heya dawî xwedî li axên xwe derên."

Gundiyên Allahdiyen a Salîhli ya Manîsa yê li hemberî projeya HES’a ku wê li ser kaniya gundê wan de were çêkirin bi gumanin. Ev kanî ji aliyê kal û pîrê wan ve hatiye çêkirin û tirsa wan ew e ku ev proje wê gundê wan bê av bihêle, bibe sedema valabûna gund û darê wan hişk bibin. Ji aliyê şîrketa anonîm ya Hilberîna Cereyanê ya Hîtît bi plansaziyek tê xwestin ku li ser çemê Komurcu, Bozburun û Kurşunlu santraleke hîdrolîk ya Regulatora Kocayatak a hêza wê 24,12 MW bê avakirin. HES’a ku wê were avakirin hîmê wê hatiye avêtin û ev santral 10 deqîqe durî gundên Allahdiyen, Gokkoy, Çamurhamami û Bahçecikê ye. Ev herêm wekî Deryareş a Egeyê tê bi nav kirin û bi darên gilyasan ê gundê Allahdiyen bi dengin. Gundiyên vê herêmê civîna ÇED’ê asteng dikin û dibêjin ‘Em ê gundê xwe nedin tu kesekî û em ê jin, mêr, zar û zêç têbikoşin."

'Em kîrazan bi zehmetî xwedî dikin'

Yek ji jinên ku di berxwedana li hember HES'an têdikoşe Hêlîn Oncû ye. Hêlîn got: "Em dixwazin cîhanek ku zarokê me tê de bijîn bihêlin. Eger HES bê çêkirin dê xwezayê me qirêj bibe, avên gund wê ji destê me biçe, daristanên me dê were qetilkiri û gelek darên me wê werin jêkirin. Em darên kîrazê bi zehmetî xwedî dikin. Wê darên me ên kîrazê hemû bên wêran kirin." Hêlîn bang li rayedaran kir û wiha domkir: "Her tişt ne pere ye. Mirov ji bajar direvin û tên dibêjin 'hûn di nava biheştê de dijîn' lê dixwazin biheşta me veguherînin cehnemê. Em ê heya dawî têkoşîna xwe bidomînin û nehêlin ku ev proje bikeve jiyanê. Divê despêkê ji me pirs bikin em li vir dijîn. Niha darê kîrazê me hene eger ji destê me girtin em ê çibikin., em ê çawan debara xwe bikin, biçin diziyê bikin?."

'Diviya bi alîkariya dewletê van hatibana çêkirin'

Hêlîn got: "Dema ku pîrên me avê ji çiya anîn vir mirin. Di şert û mercên zehmet de ev av û rê hatin çêkirin. Gundî di wê demê de pere berhev kirine û her tiştê xwe bi xwe çêkirine. Bi piştgiriya dewletê tiştek ne hat çêkirin. Şaredarî ne kepçe ne jî borî dan me. Em ne hatin pejrandin. Lê êdî çavê me vebû. Tevî zarok, jin û mêr em ê têkoşîna xwe bikin." Hêlîn da zanîn ku ew HES'an naxwazin û derbarê vê mijarê de jî lêkolîn kirine û wiha pêde çû: "Em ne cahîlin û di ferqê her tiştî de ne. Em ê heya dawî xwedî li axên xwe derên. Berî vê îstasyon baz bêy ku mafê nêrînê bidin kesek avakirin, niha jî nexweşiya penceşêr li gund zêde bûye. Em ê îstasyona bazê jî rakin despêkê em vê pirsgirêkê çareser bikin dê dore were wê jî."

'Em ê gundê xwe nedin kesekî'

Eda Yonten a ku li ser Riya Çamuhamamê bi firotina fêkiyan debarê xwe dike, anî ziman ku di demên dawî de gelek kes tên û vîlla avadikin û wiha got: "Gelek biyanî ji derve hatin gundê me. Hemû jî dewlemendin. Depoyê avê a gund heye lê têra nakê. Vê carê jî HES derket pêşbirê me. Lê em ê gundê xwe nedin kesekî." Eda wiha pêde çû: "Kes nikare bi zorê avê kes bistîne. Bêy ku ji me pirs bikin bi salaye tên vir dipîvin. Lê çi ji destê me bê em ê bikin. Heya mirinê rê heye." Eda got: "Pîrên me di riyê çiya ên zehmet re vê avê anîne vir. Ewqas ked li ber hatî dayîn em çawan avê xwe bidin wan? Wan deman ne dozer ne jî kepçe hebû. Bi hêz û kedê xwe anîn. Niha av amede ye tên dest danin ser. Tirkiyê firotin ji xwe. Dore hatiye gundan lê em ê destûrê nedin û em ê yekîtiya xwe avabikin û avên xwe biparêzin."

'Piştî ku av qedî ez mirim'

Bahtiyar Yurttaş a 87 salî diyar kir ku ew projeyê HES'ê nasnake û wiha got: "Piştî ku av qedî ez mirim. Ez bi wê avê re dijîm, gund wê belav bibe kes nemîne li vir. Mirovên bi aqil avê gund nabe. Ên ku avê vî gundê bibin û santralan çêbikin hişê wan ne di serê wan de ye. Ez naxwazim ku gundê me belav bibe."

(rc)